Duh li Kuştepe ya parêzgeha Hewlêrê, li nêzîkî baregehên hêzên Pêşmergeyan dronek ne nas kete xwarê.
Fermandarê Fewca 3 ya Lîwaya 2 ya Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê Hesen Mihemed Sûr ji medya PDK’ê re ragihand ku şeva borî dronek li ser wan digeriya û di direngiya şevê de ketiye xwarê.
Her wiha destnîşan kir ku ji ber parastina ewlehiya pêşmergeyan heta vê sibehê nêzîkî dronê nebûn, ne diyare ka dron ya kîjan welatiye ji ber ku li ser ti nîşaneyên ku were naskirin nîne.
Cihê ku dron lê ketî xwarê, li Zûrgezrawê bû û 500 metreyan ji Fewca 3 ya Pêşmergeyan dûr bû ku dikeve navbera sînorê Kuştepe û Dibiz de. Ji bilî hêzên Fewca 3 ya Wezareta Pêşmergeyan, li nêzîkî vê deverê hêzên Zerevan û her wiha hêzên Iraqê jî hene.
Hêjayî gotinê ye ku di 7’ê Nîsanê de dronek bi çek li gundê Botiya yê parêzgeha Duhokê bêyî ku ti ziyanên jiyanî çêbibin, kete xwarê.
0 Yorumlar