Ticker

10/recent/ticker-posts

Şaredariya Mexmûrê tevî hemû dorpêç û bê derfetiyan di xizmeta gel de ye

Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê tevî dorpêç û kêm derfetiyan jî xizmetê ji gelê wargehê re dike. Hevşaredarê wargehê Bedran Pîran got; “Ji ber ku hikumet tiştek ji xelkê wargehê re nake, niha projeya me ya avê destpêkiriye û em dixwazin xetên xwe yên avê ji nav Navçeya Mexmûr derbixin û avekî zêde bînin wargehê. Projeya me dema ku qediya, tevahî malbat wê bikarin ji avê sûd werbigirin û heta ku wê lawirên xwe jî pê xwedî bikin. Ji serê heyva Nîsanê ve bi piştgiriya xelkê wargehê, me dest bi projeya xwe kiriye.”
Armanc Herekol

Nêzî 4 salin, rêgiriyek ji aliyê Herêma Kurdistanê ve li ser Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tê pêkanîn û taybet dewleta Tirk-PDK armanc dikir ku bi vê rêgiriyê xelkê wargehê neçarî xwe bike. Lê belê xelkê Mexmûrê ev armanc û xeyalên dewleta Tirk-PDK’ê vala derxist û derfetên kar ji xwe re afirandin. Şaredariya wargehê jî ji bo ku xelk mexdûr nebe ruxmê bê derfetiyan jî, proje pêşxistin û derfetên kar dan avakirin.

Şaredariya wargahê li kêleka bê derfetî û nebûna dahatek aboriyê, projeyan pêşdixin û bê navber xizmetgûzariyê dikin. Niha jî ji ber nêzbûna werza havînê şaredariyê dest bi projeya nûkirin û kişana xetên avê kiriye.

Têkildarî vê mijarê Hevşaredarê Mexmûrê Berdran Pîran ji ajansa me Rojnews re axivî û diyar kir ku ger ew projeyên ku ew çêdikin, dewlet an jî hikumetê çêkirbûya wê bi tonan pere xerc kiribana, lê ji ber ku ew bi fikrê Netewa Demokratîk şaredariyê bi rêve dibin, pereyek zêde nayê xerckirin.

Ava Dîcleyê tê wargehê

Pîran da zanîn ku di sala 2015’an de ji ber kêmaviyê, Rêxistina Qendîl xetên avê ji wargehê re kêşane û wiha behs dike: “Diviyabû ev xetên ku Rêxistina Qendîl kîşayî, ne di nava Navçeya Mexmûrê de anîban wargehê. Lê belê bi zanabûn di nav Navçeya Mexmûrê de anîn û ji ber wê jî xelkê navçeyê gelek xetên avê jê dizîn. Ji ber wê jî ev du sal in, wek tê xwestin em nikarin avê bigihijînin gelê xwe. Heftiyê pênc rojan û sê demjimêran ava Dîcleyê ji wargehê re tê. Ew jî ji ber pirsgirêkan, piranî du an jî sê rojan av ji me re tê.”

Şaredariya Mexmûrê ji bo ku gelê wargehê mexdûr neke û neçarî hikumetê neke bê navber projeyan pêşdixin û ji bo serxistina wan projeyan jî, hêza ya fîzîkî û ruhî ji gel digire û bi hev re xizmetê ji wargehê re dikin.

Bi piştgiriya gel projeyên xwe destpêdikin

Bedran Pîran qala projeya ku niha li ser kar dikin kir û wiha pêde çû: “Niha projeya me ya avê destpêkiriye û em dixwazin xetên xwe yên avê ji nav Navçeya Mexmûr derbixin û avekî zêde bînin wargehê. Projeya me dema ku qediya, tevahî malbat wê bikarin ji avê sûd werbigirin û heta ku wê lawirên xwe jî pê xwedî bikin. Ji serê heyva Nîsanê ve bi piştgiriya gelê wargehê, me dest bi projeya xwe kiriye.”

Ava wargehê didizin

Pîran anî ziman ku hikumet xizmetê ji xelkê Navçeya Mexmûrê re nake û ji ber wê xelkê navçeyê xetên wan ên avê dizîne û wiha axivî: “Wek Şaredariya Wargehê em maf didin xelkê navçeyê, ji ber ku hikumet xizmetê ji wan re nake û neçar dimînin xetên me yên avê didizin. Bîrên ku em niha jê avê dikêşin di bin kontrola PDK’ê dene û em nikarin biçin temaşe bikin. Ji rêgiriya ser wargehê ve, tenê yek du caran me kariye em biçin paqij bikin.”

Bi fikrê Netewa Demokratîk kar dikin

Hevşaredara Mexmûrê Bedran Pîran anî ziman ku dirêjiya xeta ava ku dikêşin 4 kîlometre ye û wiha axaftinên xwe domand: “Em wek Şaredariya Mexmûrê dixwazin tevahî projeyên xwe serbixin. Ji ber ku di her hêlê de bê mafî li xelkê me tê kirin. Di pêşiya me de werza havînê heye û wek tê zanîn havîn li Mexmûrê pir dijwar derbas dibe. Ji bo wê em hewl didin hêj germahî nehatî, projeya xwe ya avê bi encam bikin. Ev karê ku em dikin, ger dewletê an jî hikumetê çêkirba, wê bi tonan pere xerc kiriban. Lê ji ber ku em bi fikrê Netewa Demokratîk kar dikin û xwe hewceyî dewlet an jî hikumetê nakin, xerckirinek pir kêm çêdibe.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar