Li Wargeha Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Fîraz Zîlan konê sersaxiyê hat vedan û di sersaxiyê de soza şopandina doza şehîdan hat dayîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo gerîlayê HPG’ê Fîraz Zîlan ku li gel dû rêhevalên xwe di Çileya sala 2023’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, konê sersaxiyê hat vedan.
Gel û tevahî xebatkarên wargehê serdana konê sersaxiyê kirin û li ser navê kesên amade, Hacî Nerexî axivî. Nerexî destpêkê sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên serê çiya û malbata şehîd re xwest û got: “Şehîd Fîraz ne şehîdê yekeme, em bi şehîdên xwe serbilindin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi hovane êrişî tevahî azadîxwazan dike. Em civakek azadîxwaz û berxwedêrin, emê serbikevin. Di vê rêyê de emê şehîdan jî bidin, ji ber ku serkeftin ewqas ne hêsan e. Wek gelê Mexmûrê em soz didin, emê heta dawî li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û emê xeyalên wan serbixin.”
Li ser navê malbatê, mamê Şehîd Fîraz, Mûrad Deştanî axivî xêrhatina gel kir û wiha axivî: “Zarokên Kurdan ji bo azadiya welat têkoşîn dikin û canê xwe feda dikin. Şehîd nirxên me ne. Her şehîd rûmetên me ne û emê heta dawî xwedî li rûmeta xwe derbikevin. Em dizanin wê xwîna şehîdan li erdê nemîne û emê bi saya wan şehîdan azadiyê bidest bixin. Em soz didin, emê heta dawî li gel şehîdên xwe bin û emê şopdarên doza wan bin.”
Herî dawî dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.
0 Yorumlar