Ticker

10/recent/ticker-posts

Jinên ciwan ên Mexmûrê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Xwendevanên jin ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi minasebeta piştgirîdayîna kampanya ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’. Di meşê de daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin: “Em wek jinên ciwanên Mexmûr bi kampanya “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî ” em ê bi çalakiyên cur be cur tekoşîna xwe hêj bilindtir bikin. Ev kampanya wê bibe bingeha şikandina tecrîdê û em ê wê bi vî awayî Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin.”

Xwendevanên jin ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi minasebeta piştgirîdayîna kampanya ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ meşek girseyî lidarxistin.

Meşa xwendevanan li ber dibistanê destpêkir heta ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan domand. Di meşê de alên ku wêneyê Rêber Ocalan li ser hatin hilgirtin, her wiha bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin û bi tilîlî û çepikan reng dan meşê. Piştî ku meş gihişt ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan li wir daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê xwendevana bi navê Dinya Aygun ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Wek tê zanîn, Rêber Apo Paradigmaya Netewa Demokratîk temsîl dike, ji ber ku Rêber Apo bi derketina xwe ya meşa azadiyê û xwedî derketina dîroka civaka exlaqî û polîtîk, îro gihişt asta ku temsîlyeta hemû gelên azadîxwaz bike. Di serî de gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest û cîhanê re fikrê Rêber Apo bu pêlek û derbeya mirinê li hişmendiya desthilatdar da. Bi taybet Rêber Apo armanca xwe ya sereke kir azadiya jinê ji ber ku azadiya jinan azadiya civakê ye. Weke ku Reber Apo anî ziman “Sedsala 21’emîn Sedsala jina ye”. Li ser vî bingehî em dibînin ku di pêşengtiya jinên Rojhilata Navîn de, bi bîrdoziya tekoşîna azadiya jin gihiştiye lotkeya herî jor.

Ji ber vê yekê Dewleta Tirk a faşîst-dagirker ku hebûna xwe di tinebûna gelê Kurd de dibîne û di komploya navdewletî de, heta roja me ye îro rola gardiyantî lehîstiye û tecrîdek girankirî ser Rêber Apo dimeşine. Bi van polîtîkayên dij mirovahî dixwaze meşa azadiyê bi perçiqîne fikrê ku dibe îlhama azadiyê di gelên bindest de bicemidîne û desthilatdariya xwe hukim bike.

Şefên Faşista AKP-MHP baş dizanin ger agahiyek biçûk jî ji Rêber Apo were ev yek ji bo tevahî gelan wê  bibe moral û motîvasyonek mezin. Ji bo vê dewletên desthilatdar tecrîd di nava tecrîdê de li ser Rêber Apo didin meşandin. Bi tecrîde ve namine, di mejiyê her jina Kurd ku ji bo nasnameya xwe biparêze teslimiyetê qebûl nake; teknolojiyê li ser wan kesan weke çek bi kar tîne û dixwaze koletiya kapîtalîzmê rewa bike.

Her wisa li dijî vê tecrîdê tekoşîn di asta gerdunî de tê meşandin. Ne tenê gelê Kurd, hemû mirovahî azadiya xwe di azadiya Reber Apo de dibînin. Wê ev tekoşîn bi reng û dengê jinê ber bi serkeftinê ve diçe. Em jî wek jinên ciwanên Mexmûr bi kampanya ‘JİN JİYAN AZADI, SERBİXE AZADİ’ emê bi çalakiyên cur be cur tekoşîna xwe he bilind bikin. Ev kampanya wê bibe bingeha şikandina tecrîdê û emê bi vî awayî Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.

Banga me ji bo hemû jinên ciwan û bi taybet jinên Kurd ewe ku dem dema hilweşandina desthilatdariya zilamsalare. Pêwiste em bi dirûşma ‘JIN JİYAN AZADİ, SERBIXE AZADI’ xwe birêxistin bikin û hesap ji kiryaran bipirsin. Divê salê de emê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidest bixin, heta ku em bigihijin armanca xwe jî pewiste em çalakiyan bê dawî bidomînin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî têkoşîna me ya 50’î salî’ ,  ‘Jin jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar