Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Mihrîcana 4’ê Nîsanê destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê ku ji aliyê qada perwerdê ve tê amadekirin, bi vekirina pêşangehê destpê kir. Bi beşdarbûna sedan xwedevan, mamoste û xelkê wargehê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Addullah Ocalan pîrozkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê ku ji aliyê qada perwerdê ve tê amadekirin, bi vekirina pêşangehê destpê kir. Bi serdana xwedevan, mamoste û xelkê wargehê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Addullah Ocalan pîrozkirin. Beriya ku axaftin were kirin ji bo tevahî şehîdên tevgara azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Endama Atolyeya Şehîd Delîla, Xurbet Mijînî ve hat kirin.

Xurbet Mijînî di destpêka axaftina xwe de xêrhatina hemû kesên amade kir û wiha got: “Em weke xwendevan û hunermedên wargehê pir bi coş û kelecanin ku di salvegerek bi vî rengî de Rojbûna Rêber Apo bi mihrîcanekî pîroz dikin. Em weke endamên Atoleya Şehîd Delîla bi wêneyên cûr be cûr, bi 74 tabloyan 74’emîn rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Îro rojbûna gelê Kurde, roja dayîkbûna mirovahiyê ye ji ber ku me xwe bi Rêber Apo naskir û em ji nû ve dayîkbûn. Îro di her alî de êriş li ser me tê kirin, lê ruxmê vê em ticarî dest ji çanda xwe bernadin. Em li vir vê peyamê didin dijmin ku çiqas êrişan pêkbînin jî wê nikaribin çanda me û hebûna me qir bikin.”

Piştî axaftinê qurdele ji aliyê malbatên şehîdan ve ha qutkirin û bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ gel derbasî salona pêşangehê bûn.


Yorum Gönder

0 Yorumlar