Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê: Ji tecrîdê re bes e!

Şêniyên Wargeha Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezarkirin û bang li gelê Kurd û gelên azadîxwaz kirin da ku li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest.

Armanc Herekol 

Ji 25’ê Adara 2021’an, heta roja îro ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev du salin ne malbat, ne jî parêzer nikarin ne bi telefon û ne jî rû bi rû, hevdîtinan bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re pêkbînin.

Têkildarî vê mijarê, şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa Rojnewsê re axivîn û ji tecrîdê re gotin; bese!

‘Agahî nestandin cihê metirsiyê ye’

Dayîka bi navê Emîne Pîranî di destpêka axaftinên xwe de tecrîda girankirî bi tûndî şermezarkir û got: “Ev du salin, ti agahî ji Rêber Apo nayê sitandin. Ne malbat, ne jî parêzer ti agahî ji Rêber Apo nastînin. Ev jî cihê metirsiyê ye. Pêwîste hemû kesên xwedî wijdan, li dijî vê tecrîdê bibe xwedî helwest. Banga me ji tevahî kesên azadîxwaz re ewe ku rabin ser xwe û têkoşînê geş bikin. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest ked daye û heta niha jî wê kedê dide meşandin.”

 ‘Em fîzîkî azadiya Rêber Apo dixwazin’

Dayîka Emîne Pîranî bang li dewletên navnetewî kir da ku li erk û berpirsyartiyên xwe rabin û wiha pêde çû: “Dewletên navnetewî divê li erk û berpirsyartiyên xwe rabin. Em ji vê bêmafiyê re dibêjin êdî bese! Ti tehemûla me û bi taybet jî ya dayîkên Kurd nemaye, bese ji vê tecrîd û dagirkeriyê re. Em azadiya Rêber Apo ya fîzîkî dixwazin. Dem dema fîzîkî azadkirina Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo ji bo me, ji nan û av zêdetir pêwîste. Em vê salê bikin sala sekeftin û azadiya Rêber Apo. Bi taybet ez bang li dayîkan dikim ku xwedî li Rêber Apo derbikevin.”

‘Divê em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin’

Her wiha Cigirê Hevserokê Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûbar Îlhan jî li ser heman mijarê axivî û diyarkir ku du salin, ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin û wiha axivî: “Ev bi salane tecrîdek girankirî, li ser Rêber Apo tê meşandin. Agahî ji Rêber Apo negirtin, felaketek mezin e. Rêber Apo, bi mîlyonan mirov rakirin ser piyan, ji xewa mirinê şiyarkirin û azadkirin. Divê em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin. Pêwîste em wek gelê Kurd, van kiryarên qirêj, li ser Rêber Apo qebul nekin. Dem dema dijî zilmê sekinandinê ye. Rêber Apo, Rêberek gerdûnî ye. CPT û bi dehan rêxistinên bi vî rengî, ger ku bibêjin em mafê mirov û yên girtiyan diparêzin, divê çavê xwe ji zilm û tecrîda li ser Rêber Apo re negirin. Divê li erk û beriprsyartiyên xwe derbikevin. Em wek gelê Kurd û gelên azadîxwaz, bi ti awayî vê zilm, zorî û tecrîda girankirî li ser Rêber Apo qebulnakin.”

‘Bêdeng nemînin’

Herî dawî Rûbar Îlhan anî ziman ku CPT bi bêdengiya xwe hevkarê faşîzma dewleta Tirke û wiha axaftinên xwe domand: “Tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye, li ser tevahî gelên azadîxwaz e. Ji bo wê ez bang li tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz dikim, li dijî zilma ser Rêber Apo bêdeng nemînin. Werin em bi hev re tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û Rêber Apo bi fîzîkî azadbikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar