Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Fermandarê HPG’ê Fazil Botan konê sersaxiyê hat vedan. Sazî û xelkê wargehê bi awayekî girseyî serdana konê sersaxiyê kirin.
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo Fermandarê HPG’ê Fazil Botan konê sersaxiyê hat vedan. Sazî û şêniyên wargehê bi awayek girseyî serdana kon kirin. Li wir di kesayeta şehîdên hefteya qehremaniyê û Fermandar Fazil Botan de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat gitin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Huseyîn Guzereşî axivî.
Huseyîn Guzereşî di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta şehîd Fazil Botan de hemû şehîdên Tevgara Azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Destpêkê em dibêjin bila serê Rêber Apo saxbe, serê rêhevalên wî, gelê Kurd yê xwedî birûmet û malbata hêja saxbe. Bi gotinê mirov nikare şehîdan îfade bike ji ber ku gotin kêm dimîne, Heval Fazil di demekî ku gelê Kurd bi kîmyabaranê dihat qetilkirin de, vê rêyê ji xwe re dihilbijêre û di sala 1988’an de tevlî nava têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe. Heval Fazil di her qadê de ji Botan bigre heta Rojava, Bakur, Zap û Qendîlê bê dûdilî kêlî bi kêlî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîn meşand. Yê ku ev kesayetî dayî avakirin helbet para malbatê jî tê de heye, lê ya herî zêde jî bi saya Rêber Apo hatiye avakirin.”
Her wiha li ser navê malbata şehîd jî Nûran Sezgîn axivî û destpêkê xêrhatina gelê amade kir û di kesayeta Şehîd Fazil Botan de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîranî û wiha axivî: “Fermandarê efsanewî heval Fazil Botan çawan ku li dijmin çok daye danîn, her wiha 28 sal bê nav ber li çiyayên Kurdistanê li hemberî dijmin têkoşînek bê hempa daye meşandin. Bi wê ve girêdayî li Rojavayê Kurdistanê li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê destan dan nivîsandin. Eger em li vê derê dikarin bi awayekî rehet hestên xwe tînin ziman, taziyeyên xwe datînin û çalakiyan pêşdixin ev bi saya van şehîdane. Heval Fazil anîna ziman pir zehmete, qehremantiya wî, di şer de taktîkên ku bikar tanî ku dijmin bindixist bi rojane mirov dikare bîne ziman. Taybetmendiyek ya heval Fazil hebû pir dilnizim û fedekar bû. Ji roja ku ji mala xwe derketî heta şehadetê kêlî bi kêlî bi Rêbertî re jiyan kir. Bi vê boneyê em fermandar Heval Egîd, Heval Fazil û tevahî şehîdên şoreşê bi minetdarî bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
Piştî axaftinan dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.
0 Yorumlar