Ticker

10/recent/ticker-posts

Fermandar Fazil Botan li Mexmûrê hate bibîr anîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Fazil Botan (Ahmet Şeker) bi merasîmek girseyî hat bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Fazil Botan (Ahmet Şeker) ku di 15’ê Hezîrana 2022’yan de, li Ewropayê gihişte karwanên şehîdan, bi merasîmek girseyî hat bibîranîn.

Merasîma bîranînê li saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêgirtin ji bo tevahî giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê nasnameya şehîd hat xwedin.

Piştre li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Fazil Botan, Cigirê Hevserokê Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûbar Îlhan axivî.

Rûbar Îlhan di destpêka axaftinên xwe de hemû şehîdên Kurdistanê di kesayeta Fermandar Fazil Botan de bibîranî û wiha got: “Ger em îro dikarin wek Kurd, li hember cîhanê xwe îfade bikîn bi saya şehîdên mîna heval Fazil û rêhevalên wî ne. Em nikarin kar û keda heval Fazil bînin ser ziman, em deyndarê tevahî şehîdên xwe ne. Heval Fazil di nava hemû bê derfetiyan de karî xwe û hevalê xwe bi têkoşînek bê hempa bide jiyankirin. Îro rêhevalên Şehîd Fazil di tunelan de çok li dijmin didin tewandin. Em soz didin heval Fazil û rêhevalên wî, emê heta dawî şopdarên rêya we bin.”

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar