Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya ciwanên Mexmûrê ya ji bo Rêber Ocalan bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûrê hatîbû destpêkirin, bi dawî bû.

Çalakiya konvedanê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 11’ê Adarê de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgeran Ciwanên Mexmûrê (TCM) de hatîbû destpêkirin, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Daxuyanî li ber konê ku li semta Şehîd Rûbar hatibû vedan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara axivî.

Yusuf Kara di destpêkê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Ji bo şkandina tecrîda li ser Rêbertiya me gelek rêzeçalakî li Mexmûrê hatin pêşxistin. Di van rêzeçalakiyan de çalakiya nobetê, greva birçîbûnê û konvedanê hatin lidarxistin. Di vê pêvajoyê de bi pêşengtiya ciwan û tevahî saziyên din yên wargehê xebatek bi hêz hat meşandin. Ev 25 sale Rêbertiya me di bin esaretekê de dîlgirtiye û ev du salin me ti agahî jê negirtiye. Rêbertiya me ji bo me hêvî, ronahî, felsefe û jiyan afirand. Di ti sîsteman din de ev tecrîda ku îro li ser Rêbertiya me tê pêkanîn, li ser ti kesek din nayê pêkanîn. Wek xelkê Mexmûrê û gelê Kurdistanê em bang li hemû raya Kurdistanî dikîn ku em 74 saliya Rêbertî bikin sala azadiya Rêbertiya xwe.”

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar