Ticker

10/recent/ticker-posts

Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê a li Mexmûrê di roja 2. de dewam dike

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji aliyê qada perwerdê ya wargeha Mexmûrê ve tê organîzekir di roja 2’yemîn de dewam dike.

Mihrîcan bi beşdarbûna gel û hemû xwendevanan ya li pêşiya Parka Şehîd Aryen Cûdî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bi coş û kelecanek mezin di roja xwe ya 2’yemîn de destpê kir.

Di roja yekem a Mihrîcanê de pêşengeh hatibû vekirin, îro jî li pêşiya Parka Şehîd Aryen Cûdîbi beşên sporê yên di nava dibistanên Seretayî, Navîn û Amadeyî de hatibûn amadekirin weke bezên maraton, sed metre û çarsed metre, bilind avêtin, bisiklêt, dirêj avêtin û hwd.

Bi wê ve girêdayî kesên ku di wan beşan de pileya yekemîn, duyemîn û sêyemîn girtine jî li wir hatin xelatkirin. Tê payîn sibe li Navenda Çand û Hunerê bi pîrozkirina 4’ê Nîsan mihrînca dawî bibe.

Yorum Gönder

0 Yorumlar