Bersivên Gel:
- Enerjiyeke.
- Wate
dide jiyanê.
- Di aliyê
fikir de bedew bûne.
- Mirovên
dîne.
- Hertiştî
xweş dibîne.
- Hemberî
xwe fêm kirine.
-Keyfxweşiye.
-Aktîfbûne.
-Heperaktîfbûne.
-Hêzeke.
-Nexweşiyeke.
-Bê xemiye.
-Xweşbîniye.
-Hunereke.
-Azad hiskirine.
-Yên tên heskirine.
-Çarsekirina pirsgirêkane.
-Ji cîhanê heskirine.
-Xeyalên xwe pêkanîne.
-Parastina hestên xwe yên zarokatiyê ye.
-Êşa xwe veşartine.
Hevsengiya
jiyanê li ser du bingihan hatiye sazûmankirin û heyîna hemû zindiyan jî li ser
van du rêgezan hatiye afirandin. Ev rêgez jî yek postîf yek jî negatîf e. Lê ya
ku em dixwazin li ser rawestin postîf bûyîne. Ger em li gorî heqîqeta gerdûnê
tevbigerîn divê postîf bûyîn û negatîf bûyîn ji hev neyên qut kirin. Cuda
nirxandina herdu rêgezan wê şaştiyek be. Ji ber ku di nava hemû mirovên baş de
parçeyek xirabî di nava hemû mirovên nebaş de jî parçeyek başî heye. Hestên
postîfbûn û negatîfbûn di hemû mirovan de heye. Mîna şev û roj yek tarîtiyê
pênase dike yek ji ronahiyê pênase dike. Lê di heqîqetê de ne şev bê roj dibe
ne jî roj bê şev dibe yanî bedewiyekin ku hevdu temam dikin. Postîf û negatîf
bûyîn jî du têgihên gelek ji hev cudane lê di rastiyên de hebûna gerdûnê di
xwiliqînin. Di têgihiştina ku hertişt wateyek dide jiyanê de jiyan dikin. Di hemû
mirovan de heyîna hestên postîf û negatîf di nava hevsengiyekê de ye. Lê li gor
karanîn û naskirna kesyata xwe karanîna van hestan di her mirovekî de diguhere.
Mirovên postîf, mirovên hertim di bûyer û kesayetên neyînî de jî aliyê wî yên
erênî temaşedikin û dibîni ye. Ji xweza, jiyanê û lawiran hes dikin. Bi gotin û
nîqaşek xwe dikare bala derdor giştî bikişîne aliyê erênî. Mirovan ji hestên
negatîf rizgar dike. Dîtin û çavdêriyên jiyana wan gelek ji mirovên neyînî
dihizirin cûdatirin. Ji ber ku yê heyîna mirovan dide diyar kirin jî ev her du
hestên mirovanin. Mirov li gorî cewher, hêz û naskirina kesayeta xwe van hestan
di nava xwe de pêş dixe. Hewldanên wan yên ku di xwazin di tiştên neyînî de jî
tiştek baş bibînin heye. Hêz û kêfxweşiyê didin û bandoriyek erênî li ser
derdorî xwe çêdikin. Nirx didin jiyanê, hertim pêşketin û serkeftinê bingeh
digrin. Di civakê de kesên tên heskirin û rêz jê re tên girtinin. Ji ber ku yên
ku hîn zêdetir girîngî bi jiyana civakê didin ewin. Erênî dîtin hemû bûyerê û
rudanan jî dikin felsefeya jiyan xwe. Kesên postîf barê giran li ser milê wan
dimîne, ji ber ku hemû pirsgirêk û êşên xwe di hindirê xwe de dihêlên, zû bi zû êşên xwe bi tû kesê re parve nakin.
Hewl didin yên derdorên xwe kêyfxweş bikin gelek caran dema tenê dimînîn bi
êşên xwe re şer dikin û çarseriyê ji pirsgirêkên xwe re peyda nakin. Yên ku
herî zêde tepresyon jî jiyan dikin kesayetên postîfin. Ji kesayeta xwe zêdetir
derdorê xwe asas digirin. Aliyê neyînî yên mirovên postîf ji heye. Ji ber ku sîstem
mirovên postîf dixe armanca xwe û dixwaze li ser wan re sîstema xwe belav bike.
Gelek caran ev mirov dibin sedem ku rastiya heyî neyê dîtin jî. Lê divê rastiya
jiyanê jî we re destgirtin. Mînak erdhej li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêbû
gelek aliyên dewletê di bin navê postîfbûnê de tiştên dewlet dike vedişêrin. Du
aliyên mirovên postîf yê erênî û nerênî heye. Yek hêz dide û bi jiyanê ve
girêdayî ye. Ya duyem dûrî rastî û heqîqeta jiyanê ye. Li gorî heqîqeta sîstem
empozeyî wan dike hestên xwe dide ji derve jî. Lê dema em li jiyana xwe ya
rojane temaşe dikin kesayetên xwedî van taybetmendiyan zû bi zû nayên dîtin. Ji
ber ku rewşa siyasî û leşkerî ya jiyanê bangoriyek mezin li ser kes dike.

0 Yorumlar