Ticker

10/recent/ticker-posts

RÊBER APO RONAHIYA GELÊ KURD E

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 31 roj li pey xwe hişt. Çalakvanan da zanîn Rêber Apo xeta wan a sor e!

Armanc Herekol

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 31 rojin bi biryardariyek xûrt berdewam e.

Çalakvanên di grevê de ne ji rojnama me re axivîn û anîn ziman ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî nêz bûye.

‘Rêber Apo ne bi tenê ye’


Çalakvana ciwan a bi navê Fîdan Tekîn di destpêka axaftinên xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kir û got: “Em bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê, tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Wek ciwanek a wargehê, min ne xwest bêdeng bimînim û loma bertekên xwe bi çalakiyan didin nîşandan. Em bi çalakiyên xwe didin diyarkirin ku Rêber Apo ne bi tenê ye. Emê bi çalakiyên xwe Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin. Wek jin ger ku em îro dikarin baxivin, ev yek bi saya Rêber Apo ye. Rêber Apo xeta me ya sor û ronahiya me ye.”

‘Di 8’ê Adarê de dakevin kolanan’

Fîdan di dewama axafitnên xwe de da diyarkirin ku Rêber Apo reng daye jiyana wan û wiha pêde çû: “Bi saya Rêber Apo em dikarin xwe biparêzin û xwe bidin jiyankirin. Ji bo wê, bang li tevahî jin û jinên ciwan dikim, bi yek dengî rabin û em bi hev re Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin. Divê wek ciwan em xwedî li Rêber Apo derbikevin. Ji beriya hertiştî divê em Rêberê xwe bifikirin, ji ber ku tekane rêya azadiya me Rêber Apo ye. Di pêşiya me de 8’ê Adarê heye û divê jin, di vê rojê de daxwaza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bike û bi wê ruhê dakeve kolanan.”

‘Rêber Apo hebûna me îfade dike’

Her wiha çalakvanê bi navê Mihemed Evdilrehman jî li ser heman mijarê peyivî û tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û wiha axivî: “Wek çalakvan, armanca me şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye. Ji bo wê jî em niha di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em wek gelê Kurd vê tecrîd û bêdengiya li hember tecrîdê şermezar dikin. Mafê mirovan ji Kurdan re nîne. Ji ber ku ev çend salın, Rêberê me dibin tecrîdek girankirî de tê girtin û nêzikatiyek dijî mirovahiyê lê dikin. Ji bo wê divê em wek gel, xwedî li Rêber Apo derbikevin. Rêber Apo xeta me ya sore û hebûna me îfade dike. Dem dema azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar