Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Em bi hêvîne ku 4’ê Nîsanê li gel Rêber Apo pîroz bikin’

Mamosta û xwendevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî ‘Mîhrîcanê Çand û Werzîşê’ ya 15’emîn axivin û wiha gotin: “Em her sal vê mîhîrcanê bi boneya rojbûna Rêbertiya xwe li dardixin û wek diyarî pêşkêşê Rêbertiya xwe dikîn.”

Jiyan Pîran


Wek tê zanîn her sal di meha Sibatê de bi boneya pîroz kirina rojbûna Rêber Apo ‘Mîhrîcana çand û werzîşê’ li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di pêşengtiya qada perwerdê de bi pêşbirka fitbolê destpêdike. Têkildarî mijarê Mamosta û xwendevanê ku di vê pêşbirkê de başdarin ji rojnameya me re axivîn.

‘Hemû mamosta û xwendevanên me ji bo mîhrîcanê kar û xebat dikîn’

Mamosta Elî Kara di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Îsal jî di 20’ê Sibatê de 15’emîn ‘Mîhrîcana Çand û Werzîşê’ bi boneya pîroz kirina Rojbûna Rêbertî ya di 4’ê Nîsanê de me pêşbirkên werzîşî da destpêkirin. Pêngava destpêkê ya vê mîhrîcanê hersal bi pêşbirka fitbolê ya di navbera dibistanên seretayî, refên dibistana navîn û di navbera refên dibistana amedeyî de derbaz dibe. Wek giştî 23 tîmên fitbolê yên dibistana Amedeyî, 30 tîmên fitbolê û 8 tîmên dibistana seretayî ku ji wan 4 tîmên zarokên keçin 4 jî tîmên zarokên xortin ku beşdarî vê pêşbirka fitbolê bûne. Hemû xwendevanên û mamostayên me bi dilxweşî û çoşek mezin beşdarbûna xwe ji vê mîhrîcanê re çêdikin. Em her sal vê mîhîrcanê bi boneya rojbûna Rêbertiya xwe li dardixin û wek diyarî pêşkêş Rêbertiya xwe dikîn. Li gorî hunera xwendevan û ciwanên wargehê di aliyê çandî û werzîşî de pêşbirk di nava xwendevana de tê pêşxistin. Minak ‘Beza meraton, beza 100 m, beza 400 m, bilind avêtin, dirêj avêtin, meşa mêroyan, meşa bi telîsan, mast û sêv tên leyîstin. Li ser daxwaza xwendevan û derfetên xwe em hewl didin pêşbirkên werzîş di mîhrîcana de dewlementir bikîn. Her wiha di hemû aliyên hunerî de xwendevan başdariya xwe ji vê mîhrîcanê re çêdikin. Hemû mamosta û xwendevanên me ji bo ev mîhrîcan watedar derbaz bibe di nava kar û xebat de ne.”

Elî Kara di dawî ya axaftina xwe diyar kir ku di nava van 10 rojan de gelek tîmên fîtbolê hatin beram berî hev û wê di encamê de tîmên ku bibin yekemîn, duyemîn û sêyemîn bê xelat kirin. Ev pêşbirk di nava gelê wargehê giştî de coşek mezin daye çêkirin. Em di wê hêviyê de ne ku em 4’ê Nîsanê li gel Rêber Apo pîroz bikîn.”

Ciwanê bi navê Xebat Utîn di destpêka axagtina xwe de balkişand li ser giringiya Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya li wargeha Penaberan a Mexmûrê tê lidarxistin û wiha got: “Em wek ciwanên Rêber Apo, 15’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê li Rêber Apo pîroz dikîn. Ciwanên wargehê hersal bi kelecanek mezin beşdariya xwe ji vê mîhrîcanê re didin çêkirin. Ji ber ku her ciwanek li gorî kêrhatinên xwe yên hunerî û werzîşî başdarî vê mîhrîcanê dibe. Ev yek jî coşek mezin bi mere avadike. Ez bang li tevahî gelê xwe yê wargehê dikim di van pêşbirkan de me bi tenê nehêlin ku em bikaribin mîhrîcanek bicoş derbaz bikîn.”

 

 

 

 

 

 


Yorum Gönder

0 Yorumlar