Ticker

10/recent/ticker-posts

Piştî serdana Wezîrê Iraqê, tevgera balafiran li ser Mexmûrê zêde bû!

Piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê ya ji bo Tirkiyeyê tevgera balafirên keşfê li ser wargeha penaberan a Mexmûrê zêde bû. Di rojên dawî de carna du balafir bi hevre digerin, ji şevê din ve balafirên keşfê ser Mexmûrê digerin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê bi taybetî jî li ser Şengalê zêde bûne. Herî dawî roja 27’ê Sibata 2023’yan dewleta Tirk bi balafira bê mirov û bi çek li Şengalê li wesayîtekê da. Di encama êrişê de du fermandarên YBŞ’ê yên bi navê Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) û Agir Cefrî (Xeyrî Xidir Xelef) şehîd bûn û şervanek jî birîndar bû.

Di 1’ê Adarê de jî carek din balafira bê mirov a dewleta Tirk li navenda Şengalê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de ji rêveberên Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bû.

Piştî êrişan serdana ji bo Tirkiyeyê

Piştî her dû êrişên ser Şengalê di 3’yê Adarê de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Seîd serdana Tirkiyeyê kir û li gel serokê MÎT’ê Hakan Fîdan civiya. Gorî medya Iraqê di civînê de behsa hevkariya hevbeş ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatiye kirin. Bi taybetî jî di aliyê îstixbaratî û dayîna hev ya zanyariyan de axivîne.

Êrişa dawî ya ser Mexmûrê

Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balafirek bê mirov a bi çek ya dawleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan şehîd bû.

Liv û tevgera balafiran zêde bû!

Balkêşe ku piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê ya ji bo Tirkiyeyê bi rojane balafirên keşfê li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) neçûne.

Nayên zanîn balafir girêdayî kîjan welatîne, lê ya balkêş balafir tenê li ser asîmanê wargehê digerin û car car du balafir bi hevre û binizmî digerin.

Ev yek jî guman dixe ser wê ku balafir ên dewleta Tirk a dagirker bin û li pey komkujiyek din a dijî xelkê penaber bin.

Li gorî agahiyan ji duh bi şev ve balafirên keşfê bê navber li wargeha penaberan ya Mexmûrê digerin, hem dengê balafiran baş tê bihîstin hem jî bi çav tên dîtin.

Dijî êrişên ser xaka Iraqê, di serî de Hikumeta Herêma Kurdistanê, Hikumeta Iraqê bêdengiya xwe diparêze.

Yorum Gönder

0 Yorumlar