Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê ji bo 8’ê Adarê belavok hatin belavkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di pêşenktiya Meclîsa Îştar de belavokên 8’ê Adarê hatin berlavkirin û şêniyên Mexmûrê hatin vexwendina meşa ku wê sibê bê li darxistin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustam Cûdî (Mexmûr) di pêşenktiya Meclîsa Îştar de belavokên 8’ê Adarê hatin berlavkirin û şêniyên Mexmûrê hatin vexwendina meşa ku wê sibê bê li darxistin.

Jin li Wexfa Jinê ya Mexmûrê kombûn û li wir dest bi belavkirina, belavokan kirin. Li ser armanca belavkirina belavokan Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek axivî.

Xurbet Îşlek 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê Rêber Apo, hemû jinên tevgera azadiya Kurdistanê û tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Em van belavokan ji bo meşa sibê ya 8’ê Adarê tê lidarxistin belev dikin. Em bang li tevahî jinan dikin ku sibê ji bo 8’ê Adarê dakevin qadan û têkoşîna azadiya xwe bilindtir bikin. Emê têkoşîna xwe bilind bikin û îsal bikin sala azadiya Rêber Apo ya fizîkî.”

Hêjayî gotinê ye wê sibê di demjimêr 14:00 ‘an de meşek girseyî ji bo 8’ê Adarê were lidarxistin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar