Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Nexweşxana Şehîd Hogir a Wargeha Mexmûrê, Rêber Îke di derbarê nexweşiya şekir de axivî û got: “Ev nexweşî gelek faktorên xwe hene faktora herî girîng jî faktora genetîke. Faktorek din jî heye, ew jî şêwazê jiyanê ya tîmarbûn û jiyanek ya bi tevger û ne bi tevgere.
Rahmî Yagmûr
Nexweşiya Şekir yek ji
nexweşiyên ku herî zêde di Wargeha Mexmûrê de tê dîtinin. Têkildarî vê nexweşiyê
Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Nexweşxana Şehîd Hogir, Rêber Îke ji rojnama me
re axivî.
‘Bilindbûna rêjeya wê bi
xwe re ziyanên gelek mezin tîne’
Rêber Îke di destpêka
axaftina xwe de balkişand li ser cur û sedemên nexweşiya şekir û wiha got:
“Nexweşiya Şekir, komek ya nexweşiyên metebolîke û ji bilindbûna şekira xwinê û
ne hevsengiya di navbera hormona insulînê û şekirê di nava xwînê de ya ku di
pêvajoyek demdirêj pêktê ye. Ruxmê ku di laşê mirov de roleke sereke ya şekir
bidestxistina enerjiya hucreyê de heye jî, lê
bilindbûna rêjeya wê bi xwe re ziyanên gelek mezin tîne û evane hem di
pêvajoyek kurt de, hem jî di pêvaojoyek dirêj de bandorê li ser tenduristiya
mirov dike. Ji ber vê jî li seranserî cîhanê bi salane ji dîrokên dirêj ve
derman û rênmayiyên cur be cur ji bo pêşîlêgirtin û çareserkirina vê nexweşiyê
pêşketine.
Nîşaneyê nexweşiya şekir
evin
Îke di nava axaftinên
xwe de îşaret bi nişaneyê nexweşiya şekir kir û wiha domand: “Zêde windakirina
kiloyan, zêde vexwartina av û tîhn bûn, bê quwetbûn, gêjbûn û westan, zêde
îdrarkirin, zêde xwarin û gelek nişaneyên
din di nava xwe de digire. Nişaneyên nexweşiyên ku dibin sedema nexweşiya şekir
wihaye.
1- Sîstema dil û
damar
-Êşana sing
-Nefestengî
-Ji nişkave zû
xuhdangirtin
-Vereşan
-Hêlinc hatin
-Li ser hişê xwe çûyîn
-Lerizina dil
-Zû westan
2- Çav
- Li ber çav tarîbûna
derdor
- ji nişkave windakirina
dîtinê
-Lewazbûna çav
3- Mejî û sinir
-Ji nişkave lewazbûn û
bê quwetbûna dest û ling
-Zehmet kêşana di
axaftinê de û têkçûna ziman
-Xwehirbûna dev û rûyê
mirov
-Guherîna dîtinê
4- Gurçisk
-Zêdebûna îdrarê
-Zû toşbûna îltîhabê
-Şevê zêde çûyîna
destnivêjê
- Di nav îdrarê de
dîtina xwînê
-Werimîna derdora çav,
rû, lêv, dest, zik û lingan
5- Damarên derdorîn û
Ulsera Pê
-Zû westana lingan
- Piştî meşîna durahiyek
kêm êşana lingan
-Ji nişkave şinbûna serê
tiliyan û sorbûna derdora ling bi taybet şevê di wextê nivistinê de
-Çêbûn ulcer di piyan de
-Zû toşbûna îltîhabê
-Çêbûna gangrîn
-Windakirina
taybetmendiya hîskirinê ya di lingan de
-Windabûna nabizên
damarên ling û ji nişkave qelawbûna damar
‘Lê herî zêde di temenên
8-15 salî de tê dîtin’
Îke di nava axaftina xwe
de faktorên nexweşiya şekir bi bîr xist û wiha peyîvî: “Gelek curên nexweşiya
şekir hene û her yek ji wan jî cudaye. Di beşê nexweşiya şekir ya 1 de piraniya
xwe di zarokan de tê dîtin. Lê di van demên dawî de ji ber şêwazê jiyanê ya ne
bitendurist, şêwazê tîmarbûnê, kêm tevgerkirin û jiyanek ya bê werzîş di
temenên mezinan û kesên ber bi baliqbûnê ve diçin jî xwiyadike. Curê yekem
piraniya xwe di navbera temenên 6 meh û 40 salan de xwiyadike, lê herî zêde di
temenên 8-15 salî de tê dîtin. Curê nexweşiya şekir ya 1 % 90 dibin temenên 18
salî de tê dîtin.
Curê duyem yê nexweşiya
şekir piranî di temenê 40 salî û jortir de tê dîtin, lê bi mezinbûna temen re
hîn zêdetir dibe. Di van salên dawî de ji ber rewşa ne tevgerkirinê û şêwaza
jiyanê ya tîmarbûna şaş di temenên biçûk de, di gelek zarok û ciwanên qelewiya
zêde heyî de( obesît ) jî nexweşiya şekir ya duyem tê dîtin.
‘Rêyên xweparastinê ya
cûrê yekem hîna tuneye’
Her wiha Rêber Îke di axaftinên
xwe de behsa rêyên xweparastina ji nexweşiya şekir jî kir û wiha pêde çû: “Ji
bo curê yekem yê nexweşiya şekir rêyên xwe parastinê hîna tune ne, lê em
dikarin qala curê duyemîn ê nexweşiya şekir bikin.
-Pêdiviye ku xwarinek
têrker û hevseng were peyda kirin, divê rojê herî kêm pênc servîsên sewze
û fêkî bên xwarin.
-Di şûna karbohîdratên
hêsan ên wekî şekir de divê hilberên dan yên tam û baqliyatên hişk werin tercîh
kirin û karbohîdratên hêsan jî ji sedî 10 enerjiya rojane derbas neke.
-Divê were zanîn ku
mîktara xwêya rojane tê vexwarin ji 5 g derbas nebe.
-Pêdiviye ku şêwazê
jiyanek çalak were sepandin, herî kêm 30 hûrdeyan aktîvîteyên ne zêde giran ne
zêde hêdî, divê herî kêm 5 rojên hefteyê bi rêkûpêk were kirin.
-Kesên kêloyên wan zêde
divê bêhtir aktîvîteyên laşî bikin daku bigihîjin kiloyên ku tên xwestin.
-Divê cixare neyê
bikaranîn, alkola zêde neyê vexwarin.
-Giraniya laşê minasib
bilindî divê were armanc kirin.
-Divê ji sedî 25-30’ê
enerjiya ku rojane hewce dike ji rûn were peyda kirin, rêjeya enerjiya ji
asîtên rûn ên têrbûyî di bin % 10 de be.”
‘Jiyanek bi tevger û ne
bi tevgere’
Endamê Komîteya
Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Wargeha Mexmûrê, Rêber Îke di dawiya
axaftina xwe de qala zêdebûna nexweşiya şekir ya di jin û zilam de kir û ev
tişt gotin: “ Ev nexweşî gelek faktorên xwe hene faktora herî girîng jî faktora
genetîke. Faktorek din ew jî şêwazê jiyanê ya tîmarbûn û jiyanek bi tevger û ne
bi tevgere. Lê ger em van faktoran berçav negrin û di heman astê de binirxînin,
li gorî lêkolînên zanistî yên hatîn kirin em dikarin bêjin pêketina cinsê zilam
di temenên zutir de zêdetire ji ya jinan. Sedemê wê jî ewe ku çêkera anatomî û
fizyolojîk ya cûdahiya herdu cinsane, ev yek jî çêkera ruhnê zik yê jin û
zilaman tê ji hevdu cudane. Ruhnê jinan piraniya xwe dibin çermê zik de cih
digre, lê ya zilaman piranî derdora organan cih digre. Cudahiyek din jî rewşa
hormonan ya jinane, ji ber ku hormona jinan ya astrojen di demê ketina jinan a
menapozê kêm dibe ye.

.jpg)
0 Yorumlar