Ticker

10/recent/ticker-posts

Dîroka Şaristaniya Sumer

Sumer dewleteke dîrokî ya Mezopotamyaya başûr e. Li gorî dîrokzanan Sumer, kevintirîn şaristaniya cîhanê ye. Şaristaniya sumeriyan ya pêşî tê dîtin. Li welatê sumeran cara yekê bûyerên civakî wek bajar, koletî, çînên civakî, şer û hwd pêkhatin e. Bi taybetî civaka çînan li Sumerê pêkhatiye.

Cihê derketina sumeran nayê zanîn. Nêzîka 5000 sal berî zayînê li başûrê Mezopotamiyayê di navbera çemên Dicle û Firat, li başûrê Iraqa îro de dîroka sumeriyan destpê dike. Di vê herêmê de sumerî şaristaniyeke pir pêşketî ava kiribûn. Di hezarsala şeşemîn berî zayînê bajarên xwe damezrandin. Navên çend bajaran Erîdu, Ur, Kurda, Nippur, Uruk û Larsa bûn. Di sala Bz. 2370’an de Sumer ji aliyê xelkê samî ve bi seroktiya Sargonê mezin (akadî) hat dagirkirin. Di sala Bz. 2000’an de dewleta Sumeriyan hat rûxandin bi destê Amoriyan (samî).

 Tîpên sumeriyan yên mîxî bingeha komunîkasiyonê (ragihandin) li seranserê Rojhilata Navîn serdirêjiyê ya 2000 sal bûn.

Sumerî xwe di hizrê olî de pêşdixin. Di perestgehan de hizir bi pêşdikeve. Perestgehên wan ji ber ku wan zêde di avakirina wan de av bi kar anî ji bilî kevir, êdî ji ber êriş û talankirinên li ser wan heta deme me ne mane. Navên perestgehên wan wek Ziggurat tên binavkirin.

Felsefe hîmê wê di demê wan de tê avêtin. Wan hizrê olî pêşxist û bi pargal kirin. Dagariyên olî û yên din yên di jiyanê de bi hizir anîne ser ziman. Bi hizir formulkirina wan pêşxist. Li ser wan formulkirinên xwe re hizrê dadî û olî pêşxistin. Formulên xwe li ser kêvarbaran naqiş jî kirin. Bi vê yekê re şaristaniya wan pêşket. Felsefe, jixwe di pêvajoyên pêşketina hizir de ya demê şaristaniyê ye. Bi vê yekê re mirov dikare kifiş bike û bêje ku ew xwediyê felsefeyeke pir mezinin. Demê şaristaniyê, demeke di hizrê de demê felsefê ye.

Dema ku bicihbûn zanibûn ku sênîkan û çomlekan çêkin. Li Mezopotamya jêrîn, li ber robarê Dîcle û Firatê dewletên weke Uruk, lagaş, Erîdu, Ur û Kîş hatina damazirandin. Li cihê ku lê bi cih bûn, pergaleke avkirinê avakirin û rê, bend û bendavên wê çêkirin. Cihên bi av zuha kirin. Cotyarî pêşxistin, tekelek kifş kirin û di cotyariyê de wisa ga û sewal bikaranîn. “Seksajimal” ku xwe digihand hejmara 60 pergalî li wir kifşkirin. Ev pergala hejmartinê ku navê wê “sos” bû û navê birîmê hejmara 60 bû kifşkirin û di hejmartina dem û mekanê de bikar anîn. Heyv 30 roj hejmartin. Sal 365 roj hejmartin. Şev û roj li 12an beş kirin. Sal bi 12 heyvan hejmartin. Heyv û roj, girtina wan hijmartin.

Sumeriyan hîmê bîrkarî û geomatriyê avêtin. Çar çîn dîtin. Aqarê cergê hejmartin. Rasteka çavî û hingavtin amedekirin. Sumeriyan Astronomî jî pêşxistin. Birc jî cara pêşî wan kifş kir û heta roja me hatiye. Rojmêr kifşkirin û rast bikaranîn. Demjimêra rojê kifş kirin cara pêşî rojmêra ku heyv û salê, wan dît û bikaranîn.

Di serî de awayê civaka wan li ser hîmê dayîktiyê ava bû. Karê hevbeş bi wan re pir li pêş bû û pêşketî bû. Piştre komên çinî derketin. Koma Rahîban, komên serdest ên leşker û koleyan derket hole. Vê yekê di dewleta wan de hiyareşiyek damezirand.

Di dîrokê de cara pêşî dadiya nivîsî ji aliyê sumeriyan ve hate çêkirin. Ji bo parastina desthilatdarî û serweriyê, xalên dadê hatina kifşkirin. Berhemên wan ên wêjeyî yên herî girîng Destana Gilgamêş ,Efsana Dahênîn û Efsana tufanê ye. Sumeriyan ji welatê xwe re KENGÎR û zimanê ku daxaftin jî jê re digotin EMEGÎR û ji xwe re jî SAG-GIGA digotin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar