Ticker

10/recent/ticker-posts

8’ê Adarê li Mexmûrê bi pêşangehek çand û hunerî hate pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di pêşenktiya Wexfa Jinê de pêşangehek hunerî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê bi dirûşmeya ‘Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ hat vekirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya Wexfa Jinan ya Mexmûrê de pêşangehek hunerî  bi boneya 8’ê Adarê roja Jinên Kedkar ên cîhanê, li Navenda Kevana Zêrîn bi dirûşmeya ‘Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ hat vekirin.

Pêşangeh bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê hat vekirin. Piştî rêzgirtinê ji bo axaftina vekirinê Endama Wexfa Jinê Ayten Sure axivî.

Ayten Sure di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got: “Bi saya şehîdên xwe her sal 8’ê Adarê, me bi çoşek mezin pîrozdikir. Lê ji ber erdheja ku li Bakurê Kurdistanê çêbûyî em 8’ê Adarê bi nîşandana pêşangahekê pêşwazî dikin. Em 8’ê Adarê li Rêber Apo, Şehîdên Tevgera Azadiyê û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi vê boneyê em silavên xwe ji kezî zerên tûnelan re dişînin.”

Piştî axaftina vekirinê ji aliyê du dayîkên şehîdan ve kordele hat birîn û şêniyên wargehê derbasî hola pêşengehê bûn.

Di pêşengehê de wêneyên erdhejê, tabolyên pêşengên jinên şoreşger, kel û pelên çand û hunera Kurdan hatin pêşandan. Her wiha ji bo xêra Şehîdên Azadiya Kurdistan nanê sêlê hat çêkirin û hat belavkirin. Pêşenge wê heya êvar ji gel re vekirî be.

Yorum Gönder

0 Yorumlar