Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, vegeriya çalakiya greva birçîbûnê.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya
nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd
hatibû destpêkirin, vegeriya çalakiya greva birçîbûnê.
Çalakiya greva birçîbûnê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî
şehîdên tevgera azadiya Kurdisatanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Heserokê
Meclîsa Gel a wargehê Yusif Kara têkildarî çalakiya greva birçîbûnê axivî.
Yusif Kara di axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda
girankirî ya ku ev 24 salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oalan û got: “Em di
kesayeta heval Viyan de hemû şehîdên ku canê xwe li ber Rêbertî û vê xakê de
feda kirîn, bi rêzdarî û bi minet bibîrtînin. Wek tê zanîn em dikevin meha
Sibatê, ev meh hem di aliyê pakrewanên ku ji bo keramet û mirovahiya pêşverû
canê xwe fedakirine mehekî girînge û hem jî dîlgirtina Rêberê mirovahiyê Rêber
Apo di vê meha reş de pêkhatiye û ev 24 salin di greva Îmraliyê de tê ragirtin.
Tecrîda ku li ser Rêberê me tecrîdek ji rêzê nîne. Me gelek caran gotiye ne di
dîroka cîhanê de, ne di ti împaratoriyan de û ne jî di belavbûna ti dînan de
sîstema ku îro li Îmraliyê tê meşandin nehatiye pêkanîn. Çima vêya dikin? Ji
ber ku Rêberê me rêberê mirovahiyê, li beranberî modernîteya kapîtalîzmê ye, li
beramberî komkujiya mirovahiyê ye, her wiha li hemberî ji holê rakirin û li ser
keda mirovan jiyankirina sîstema mewcûd sîstemek nû ji bo mirovahiyê ji bo
azadiya mirovahiya pêşverû çêdike. Dewletên faşîst ji bo berjewendiyên xwe yên
qirêj û gemar yên madî û siyasî vê sîstemê ji bo Rêberê me rewa dîtin û wek
karkerekî dewleta qirker vêya bi destê NATO’ê pêk tîne.”
Yusif Kara di berdewama axaftina xwe de îşaret bi çalakiya
nobetê û vegerandina wê ya bi awayê greva birçîbûnê kir û wiha domand: “Eger em
dibêjin kesek nikare roja me tarî bike, eger em dibêjin em li gel felsefe û
paradîgmaya Rêber Apo ne û wek jiyanek nû jixwe re dibînin û dixwazin li ser vê
bimeşin wê demê pêwîste em wek gelên Kurdistanî li hemberî vê faşîzmê, tecrîd û
qirkirinê xwedî hewestekî zelal û bi bandor bin. Wek gelê Mexmûr jî ev bi qasî
52 rojin wek çalakiya nobetê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta astekê
tevlîbûna xwe jêre çêkir. Emê ji niha û şunde vê çalakiya xwe vegerînin
çalakiya greva birçîbûnê, bi vê boneyê em bang li hemû gelên Kurdistanê dikin
ji bo em demil dest agahiyekê ji Rêbertiya xwe bigrin, ji bo em dijminê xwe yê
ku ti para xwe ji mirovahiyê negirtî bişkênin, divê em şev û rojê xwe di nava
çalakiyên bi hêz de bin. Ji bo wê wek gelê Mexmûr emê di vê dema pêşiya xwe de
çalakiya xwe bi şêwazê çalakiya greva birçîbûnê bidin domandin. Lê emê ti caran
van çalakiyên xwe bes nebînin heta ku Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe.”
Piştî axaftina Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yusif Kara
çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me
Tarî Bike’ destpê kir.

0 Yorumlar