Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Viyan
Soran (Leyla Walî Huseyîn) di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Viyan
Soran (Leyla Walî Huseyîn) di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî
şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê têkildarî
tekoşîna şehîd Viyan Soran Endama Meclîsa Îştar Helîm Hilalî axivî.
Helîm Hilalî di axaftina de di kesayeta şehîd Viyan Soran de
hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Ji bo şehîdan em çiqas baxivin
jî em nikarin îfadeya şehîd bikin û wê jêre kêm be. Em li ser rêya şehîdan
dimeşin, şehîd rêya me ronî dikin heval Viyan Soran jî yek ji wan hevalan bû.
Heval Viyan ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bedena
xwe da ber agir û şehîd bû. Şehadeta her hevalekê ji bo me hem cihê xemgîniyê
ye û hem jî cihê serbilindiyê ye. Emê heta dawiyê li pey doza şehîdên xwe bin.”
Piştî axaftina Helîm Hilalî sînevîzyona ku li ser tekoşîna
Şehîd Viyan Soran hatibû amadekirin hat nîşandan. Her wiha piştî sînevîzyonê
merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî
bû.

0 Yorumlar