Ticker

10/recent/ticker-posts

Jinên Kurd hêzê mîna bedewiyek li xwe dikin

Gelo em çiqasî bûn zimanê êşên dayîkên welatê xwe û me karî em êşên wan vebêjin? Nizanim. Lê ya ez dizanim divê her yek ji me bibe nivîskarek ku bikaribe êş, derd, xweşî, berxwedan û kelecana dayîkên vî welatî yên ku singên xwe kirin çeper li hember şerê vê jiyanê vebêjin. Daku gelê cîhanê bizanibin jinên Kurd bi qasî bedewbûna xwe ewqas jî egîd in. Di her hewşek yê wargehê de çîrokek ya dayîkekê heye. Ji bo ev çîrok neyên binaxkirin û nixumandin, em dibin guhdarvanên van çîrokan. Kêm jî be em dixwazin êş û berxwedana dayîkên wargehê yên di jiyana penabertiyê de bi were parve bikin. Dayîka Gulê deriyê hewşa xwe ji me re vekir û em kirin mêvanê çîroka xwe. Dayîka Gulê Mijînî li gundê Mijîn yê serbi navçeya Qilabanê ya girêdayî Bajarê Şirnexê çavê xwe li jiyanê ve dike. Di zarokatiya xwe de bavê xwe winda dike. Lê ji ber ku gelek biçûkbû ne di ferqa mirina bavê xwe de bû ku êşa mirina bavê xwe hîs bike. Bi demê re her ku mezin dibe hîn zêdetir êşa windahiya bavê xwe jiyan dike. Dayîka wê jinek jêhatî û kêrhatî bû, bê ku zarokên xwe neçarî kesê din bike mezin dike.

Dayîka Gulê di zarokatiya xwe de di paxila çiyayên gundê Mijîn de li pey lîstok û xweşiyê dikeve. Gelek dixwaze bixwîne lê ji ber ku derfetên malê destnedida ku dayîka Gulê bixwîne. Dema qala heskirina xwe ya dibisatanê dike, di rûşîkên rûyê wê de gelek xweziyên zûha xwe dida der û wan kêliyan wiha vedibêje: “Min gelek xwest ku ez dibistanê bixwînim, lê malbata min nehêla ez dibistanê bixwînim. Ez du caran çûm dibistanê her du caran jî birayê min dihat ez ji dibistanê dianîm. Ji ber vê yekê dema li Etrûş qala dibistanê hat kirin, min got ez zarokên xwe giştî bidin xwendin. Dema em li gund rûxmê ku hîn zarokbûm jî lê cardin ez dam pismamê min. Min tiştek ji dervey lîstok lîstinê nedizanî. Malbatê wisa guncaw dît û li gorî xwe tevgerîn. Xwuşka hevjînê min dan birayê min, ez jî dam Pismamê min. Min di got dema daweta min xilas be ezê biçim nav zarokan lîstina xwe berdewam bikim. Ma min ji ku dizanî wê jiyanek wiha bidin pêşiya min. Min gelek zorî û zehmetî di zewacê de jiyan kir. Piştî ez zewicîm tirsa min ya li hember zilaman zêde bû. Di nav malbata hevjînê xwe de jî gelek zoriyî jiyan kirim. Ji ber ez zarok bûm min tiştek ji jiyana zewacê ne dizanî.”

Dayîka Gulê jinek bihêz li hember hemû zehmetiyên jiyanê şer kir û mîna bedewiyekê hêza xwe li ser milê xwe bilind kir. Zilm û zoriya dewleta Tirk ya salên 90’i berê wan da xerîbiyê. Dayîka Gulê Mijînî di dewama axaftina xwe de balkişand li ser zilma dewleta Tirk û PDK û wiha pêde çû: “Em ji mal û warê me kirin û berê me dan xerîbiyê. Dema em derbazî Başûr bûyîn, em sê çar malbat bûn. Her 5 zarokên min biçûk bûn ne min dikarî wan hilgirim û ne jî wan dikariya bimeşin. Li rûxmê vê jî sê rojan em bi ling hatin. Dema zarokên me diwestiyan em di rewestiyan lê ji ber ku dewletê top di avêt me, me nedikarî em zêde li cihekê bêhna xwe bidin. Piştî sê rojan bi hêviyên mezin em gihiştin Başûrê Kurdistanê, lê mixabin tişta ku PDK’ê bi serê me anî dewleta Tirk bi serê me ne anî. Kuştin û ambargo her wiha di nava penabertiyê de gelek êşên giran di dilê me de çêkirin. Keçek min beriya ambargoyê çêbû, min hêvî nedikir ku wê jiyan bike ji ber ku bi rojan min tiştek nedidan wê.”

Ji ber êriş û kuştinên ku ji aliyê PDK’ê ve di hat pêkanîn, gelê wargehê 7 wargeh guhertin heta hatin wargeha Mexmûrê. Dema çola Mexmûrê dibînin dibêjin kesek nikarin li vir jiyan bikin. Lê ji ber ku li ser armancekê berê xwe dan vê penaberiyê soza berxwedanê jî didin. Dayîka Gulê Mijînî di dawiyê de wiha dibêje: “Dema em hatin vir, me got em nikarin li vir jiyan bikin. Ji ber ku gelek cûrê zindiyên biçûk yên bi ziyan li van deran jiyan dikirin. Hindek kirmik hebûn cil di xwarin me navê wan kiribûn Kirmikên mexmûrê, ji ber ku ev kirmik li gundê me tine bû. Me bi destê xwe xaniyên xwe avakirin ji ber ku me li vir ked daye wargehê ji bo me gelek girînge.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar