Ticker

10/recent/ticker-posts

ARMANC JINÊN AZADÎXWAZİN

Li Rojhilata Navîn jî weke gelek deverên cîhanê jin di guhertin û veguhertina civakê de roleke pêşeng dilîze. Li Îran û Rojhilat di bin pêşengiya jinan de bi mehane têkoşîna li dijî rejîma zordar a Îranê bi dirûşmeyên “Jin Jiyan, azadî” didome. Paradîgmaya azadîxwaziya jinê ji bo jinên cîhanê berdewam dike. Li Tirkiye û Kurdistanê li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi pêşengiya jinan têkoşînek bênavber heye. Vê têkoşîna jinan hîmên desthilatdariya AKP-MHP’ê hejand. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jin di refên herî pêş de ne. Weke hemû hikûmetan, li vir jî desthilatdarî ji jinên azad ditirse. Ji ber ku desthilatdarî dizane ku azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye û dema jin azadiya xwe bidest bixe, wê civakê biguherîne, veguherîne û azad bike. Li gorî profîla jinê ya desthilatdariya heyî, jinên ku ji malê dernakevin û tenê bi karê malê re mijûl dibin jinin. Jinên ku di 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê de daketin qadan dibin hedef û li dijî wan lêpirsîn tên vekirin yan diavêjin girtîgehan yan jî dengê wan tê qutkirin û hewl tê dayîn ku wan bavêjin malên wan. Tevî zext, girtin, binçavkirin û îşkenceyê jî siyasetmedar û aktîvîstên jin li Kurdistan û Tirkiyeyê di rêza herî pêş a hemû çalakiyan de ne. Her ku êrişên dewletan li dijî siyasetmedarên jin zêde dibin, berxwedan û têkoşîna jinan jî zêde dibe.

Hikûmet jî bi hêza jinê dizane, jin jî bi hêza xwe dizane. Ji ber vê yekê jinên azadîxwaz ên hedef hatine girtin di her çalakî û şahiyan de diqîrin ku ev sedsal wê bibe sedsala jinên hemû cîhanê. Siyasetmedarên jin ên li ser vê bingehê nêzîk dibin, dibin hedefa hikûmetê. Weke tê bîra we Serokê Tiba Tirk û Pisporê Tiba Edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci di daxuyaniya xwe ya beriya 3 mehan de gotibû ku Tirkiye kariye li Başurê çekên kîmyewî bikar bîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dîmenên HPG'ê de 2 gerîla diyar bûne û ev rewş ji ber gazên demarî tê jiyîn. Piştî van daxuyaniyan Fîncanci bû hedefa hikûmet û çapemeniya wê. Di derbarê wê de yekser doz hat vekirin û piştî demeke kurt hat girtin û avêtin girtîgehê. Fîncancî ku di dadgehê de gav paşde neavêt û li ser fikrên xwe rawestiya, ji ber propagandaya rêxistinê hat cezakirin û herî dawî jî hat berdan. Jinên ku nêrînên xwe tînin ziman û li hemberî neheqiyê li ber xwe didin, bi vî rengî dixwazin bên bêdengkirin. Lê dîsa jî rimê di tûrikê de nema û jin tevî her cure awiran dengê xwe bilind dikin. Siyasetmedarên wekî Fîgen Yuksekdag, Sabahat Tuncel, Ayla Akat Ata û Gulten Kişanak bi salan di girtîgehan de girtî ne. Van  siyasetmedaran ti carê zext û êrişên hikûmetê  nepejirandin, bi vî rengî dixwazin bên cezakirin.

Li Ewropa, Rojava, Bashûr û Rojhilat jî jinên pêşeng tên hedefgirtin. Ji ber ku hêzên hegemonîk dizanin ku têkoşîna jinê wê wek kevırek domînoyê bandorê çêbike, bi hev re hevkariyê dikin û jinên pêşeng dikin hedef. Hevrîn Xelef li Rojava, Nagehan Akarsel li Başûr, Mahsa Emînî li Rojhilat hatin qetilkirin. Hemû hikûmet ji jinan û destkeftiyên wan ditirsin. Jin ji bo ji vê êriş, girtin, zext û leza binçavkirinê rizgar bibin di çarçoveya îdeolojiya Rizgariya Jinê de rêxistinbûna xwe berfireh dikin. Platforma Yekitiya Jinên Kurd a ku ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên jinan ên li çar parçeyên Kurdistanê yên bihurî, ji bo çareseriyan û berfirehkirina têkoşîna jinan a rêxistinbûyî dixebite, serdana Herêma Federal a Kurdistanê kir. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulşen Sincar, Akademîsyen Evîn Adîn, Endama Partiya Azadiya Kurdistanê Zeynep Dînçer, ku di şandeya Platforma Yekitiya Jinên Kurd de cih digirin, beşdar bûn. Di navbera 10-15'ê Kanûnê de li bajarên Hewlêr û Silêmanî gelek civîn hatin lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi gelek jinên pêşeng ên van bajaran re hatin cem hev. Şandeyê pêşniyar û nêrînên xwe bihevre parvekirin.Ev pêngav hem ji bo yekitiya Kurd û hem jî ji bo mezinbûn û xurtbûna têkoşîna jinê girîng e. Ji bo jin xebatên xwe yên bi hev re li dijî rejîmên mêtînger bidomînin watedar û girîng e. Li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj bi dehan jin rastî tacîz, destavêtin, tûndî, zext û êşkenceyê tên. Her roj bi dehan jin ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz ve tên qetilkirin. Mekanîzmayek ku li jinan binêre û biparêze nîne. Ji pergala edalet û hiqûqê ya mêr ti encamek di berjewendiya jinan de dernakeve.

Jin li ser mafên xwe û rêyên parastina xwe di qonaxa niha de nîqaş dikin, jin tekez dikin ku tekane mekanîzmaya parastinê ya li hemberî mêran xweparastina cewheriye. Jin li ser esasê xweparastina cewherî ya li hemberê desthilatariya dewlet û mêran esas digirin.

Dildar Ronî


Yorum Gönder

0 Yorumlar