a)
Kirina du parçeya Kurdistanê û encamên siyasî yên vê:
Di
dîroka Kurdan de çûna ser bi jêr, ji sedsala XVI. pêde bi bûna du parçe ya
Kurdistanê û bi pêşketina otorîteya feodal a navendîya Tirk û Îraniyan ku dest
bi avabûnê kiribûn, destpê kiriye.
Tirkên
nekarîbûn erdên ku gelên misilmanên Rojhilata Navîn li ser dijiyan ji xwe re
bikirana cih û war û ji helîna di nav van gelan de xwe rizgar bikin, bi awayekî
zêde zêde herikîn Anatoliya gelên Xiristiyan li ser dijiyan. Heta bi pêkanînên
weke tevkujî, bi darê zorê Misilman kirin û Tirk-kirina Xiristiyanan û
koçberiya her ku diçû zêde dibû, şêniyaTirk li Anatoliyê anî rewşeke raser
(üstün). Dewleta Tirk a Osmanî ku piştî hilweşîna dewleta Tirk a Selçukiyên
Anatoliyê li derdora Bursayê hatibû avakirin, ji sedsala XVI. pêde heta bi ber
sînorên Kurdistanê sînorên xwe berfireh kir. Di vê sedsalê de sê hêz hebûn ku
li ser Kurdistanê şer dikirin, dewleta Memluk a Misir ku Başur kiribû bin
tesîra xwe, dewleta Safewî ya Îraniyan ku di 1502’an de hatibû avakirin û li
beşeke mezin a Kurdistanê kontrola xwe pêş xistibû û dewleta Tirk a Osmanî ku
dixwest li Kurdistanê hegemonya xwe pêşbixe. Kurdistan a di nîviya herêma ku rêyên
karwanên ji Rojava ber bi Rojhilat ve û ji Başûr ber bi Bakur ve diçûn de cih
girtibû, ji bo her sê dewletan jî xwedî girîngiyeke stratejîk bû. Ew hêza ku
bibûya xwediyê Kurdistanê, di wê serdemê de, wê bibûya xwediyê rêyên tîcaretê
yên di navbera parzemînan de jî. Ji ber vê yekê, di navbera van her sê dewletan
de li ser Kurdistanê têkoşîneke hegemonyayê ya mezin destpê kir.
Osmaniyên
ku di vê têkoşînê de ji bo Kurdan rola tamponê difikirîn, li Kurdistanê di
pêşberê tawîzên mezin de hema bêje statûya dewleteke ji derve girêdayî û ji
hundir ve azad dan mîrîtiyên Kurdan û ji wan beşeke mezin kişandin aliyê xwe.
Îdrîsê Bitlisî ku di vî şerî de weke ajanekî Osmaniyan tevgeriya jî, ji bo ku
Kurdistan bi vî şiklî bi Osmaniyan ve were girêdan alîkariyeke mezin da. Ji bo
sultanê Osmaniyan ku begitiyên Kurdan û her wiha eşîrên Kurdan ên şerker bi
aliyê xwe ve kişandibûn, dewleta Safewî ya Îraniyan û dewleta Memluk a Misir ji
Kurdistanê qewitandin zêde zehmet nebû. Ji destpêka sedsala XVI. pêde hêza ku
li Kurdistanê dest bi berfireh û berbelavbûnê dikir Osmanî bû. Bandora Îraniyên
ku di şerên destpêkê de binkeftibûn jî, bi parçeyekî biçûk ê Kurdistanê
sînordar ma. Osmanî û Îraniyan, di têkoşîna serweriyê ya di nav hev de ji bo ku
berjewendiyên xwe yên rastîn veşêrin û gelan bi hev bidin qirkirin, di vê
pêvajoyê de nakokiya Sunîtî û Elewitiyê ya ku beriya niha hatibû afirandin gur
kirin.
Împaratoriya
Osmanî, di merhaleya ku feodalîte ya di asta cîhanî de ketiye pêvajoya
paşketinê û kapîtalîzmê li rojavayê Ewrûpayê weke şiklekî nû yê hilberînê dest
bi pêşketina xwe kiriye bilez dest bi pêşketinê kiriye. Ev împaratorî ji ber
van sedeman, ji aliyê dîrokî ve dewleteke paşverû ye. Rastiya objektîf ku ev
karektera paşverû pê daye qezenckirin ev e; tevî ku kapîtalîzma Ewrûpayê pêş
diket, wê hewl da ku pêkhateya civaka feodal li Ewrûpa û Asyayê bi darê zorê li
ser lingan bigire. Feodalîzm, ji aliyê dîrokî ve ji sedsala XV. pêde ketiyê
pevajoyê paşketinê. Tirkên Osmanî ku ji vê dîrokê û pêde li beşeke mezin a
cîhanê temsîla feodalîzmê kirine û timî hewl dane ku vê pêkhateyê li beranberê
kapîtalîzma li Ewrûpayê pêş diket li ser lingan bigire, di dîrokê de ne roleke
pêşverû lê bi roleke paşverû rabûne. Dema ku bi awayekî objektîf li ser vê
rewşê, karektera talanker a fetihênTirkan jî tê zêdekirin, hê jî girîngiya vê
rola paşverû zêde dibe. Dewleta Osmanî ya feodal-dagirker a merkezî, nehiştiye
ku civakên feodal ên Rojhilata Navîn, hem bi dînamîkên navxweyî û hem jî bi
tesîra pêvajoya kapîtalîzma pêşver û ber bi kapîtalîzmê ve pêşbikevin. Yek ji
gelên ku herî zêde ketiye bin vê bandora neyîniya dewleta Osmaniyan jî Kurd in.

0 Yorumlar