Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê 15. Mîhrîcana 4’ê Nîsanê destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 15’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê destpê kir. Mîhrîcan bi tornûvaya fotbulê hate destpêkirin û wê heta 4’ê Nîsanê bi çalakiyên cûr be cûr berdewam bike.

Bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 15’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê destpê kir.

Mihrîcanê wekî her sal bi turnovaya futbolê destpê kir. Beriya ku Mîhrîcan were destpêkirin li ser giyanê tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Piştre li ser wate û girîngiya Mîhrîcanê Mamoste Mûstafa Ergen axivî û 15’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî cangoriyên azadiyê kir û got: “Emê wek hersal bi coş û reng Mîhrîcana 4’ê Nîsanê pîroz bikin. Ji bo wê em ji niha de rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Wê îsal bibe sala azadiya fîzîkî a Rêber Apo. Em hêvî dikin ku di sala nu de bi Rêber Apo re 4’ê Nîsanê pîroz bikin.”

Piştî axaftina vekirinê 15’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê bi tûrnûvaya fotbulê destpê kir. Wê çalakiyên ji bo mîhrîcanê heta 4’ê Nîsanê berdewam bikin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar