Rêveberiya Îstîxbarata Iraqê ragihand ku hêzên wan li Bexda û Mexmûrê 3 çeteyên DAIŞ’ê girtine.
Rêveberiya Îstîxbarata Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Dora ya ser bi bajarokê Mexmûr ya ser bi Musilê û Bexdayê 3 çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên wan ve hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye di demên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Herêma Kurdistanê zêde bûye. Hêzên Iraqê li gelek herêman dijî DAIŞ’ê operasyon dane destpêkirin û heya niha bi dehan çete hatine girtin.

0 Yorumlar