Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: LEYLA YAŞAR - ZEKIYE

 

Di dîroka PKK’ê de bi hezaran keç û xortên leheng, ji bo tola hezar salan, ji bo dayîkên dil bi êş û axa di bin lingên dîkdatoran de nalîniyê deke, bere xwe dan çiyayên azad, bûn şopdarê rêya Rêber Apo û bûn afrênerên nirxên mirovahiyê. Yek ji van lehengan jî rê heval Zekiye ye.

Leyla Yaşar bi nasnav Zekiye di sala 1982’de li Gundkê Melê di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Di nav malbatê de li ser fikrê welatparêziyê tê mezinkirin. Rêheval Zekiye ji bo debara malê şivantiyê dike. Her tim dibêje; ‘ger mirovek bi xwastek û bi cesaret be, dikare hemû karan bike.’ Wek jinekî hemû ziravtiyên xwzayê nasdike û xwe pêre dixe yek. Wek parçeyek ji xwezayê ye hemû rengên xwazayê di nava xweşikbûna hizrê xwe de dixemiland. Her çendî xwastaka wê ya xwandênê hebû jî lê ji ber ku li gund dibistan nebû nikaribû bixwîne. Ev xwasteka wê di dilê wê de weke birînekê dimîne.

 Di 94’an de dijmin di her hêlê de êrişên xwe li ser gundên Kurdan dimeşîne û cerdevantiyê li ser wan ferz dike. Yek ji van jî ku dijmin dixwaze cerdevantiyê li ser ferz bike malbata rêheval Zekiye ye. Heval Zekiye di wî temenê xwe yê biçûk de dema êrişên dijmin li beranberê gund û malbata xwe dibîne nerazibûn dide nîşandan û dibêje, divê em van êrişên dijmin yên li ser me didin meşandin ti carî qebûl nekin, em jî êrişê wan bikin. Ev teybetmendiyên wê yên îsyankarî li beranberê neheqî û zordariyê derdixist holê. Belê malbata welatparêz li beranberî dijmin serî natewîne û bêrûmetiyê qebûl nake, dikeve ser rêya penaberiyê. Berê xwe didin çiya û xwe dispêrin gerîlayên xwe. Li wir jî bi êrişên teyaran re rû bi rû dimînin. Ji ber van êrişan  rêxistin malbatê derbazî Başurê Kurdîstanê bajarê Zaxo dike. Li Zaxo malbat ji bo xwe heta warek bihewînîn diçin gel xizmê xwe. Lê xizmên malbatê ji ber ku alî girê PDK’ê ne wan nahewînin. Heval Zekiye dema nêzîkatiyên pismamê xwe yê dijminatiyê dibîne qebûl nake û dibêje, ‘ferqa van û Tirkan nîne divê em ji gelvan biçin’ û  çarek din dikevin ser rêya penaberiyê ji bo doza xwe ya mafdar. Cihê yekem ku ji bo xwe weke warekê dibînin Geliyê Qiyametê ye. Rêheval Zekiye Li Geliyê Qiyametê di nava karê ciwanan de cih digre. Rûkenî û coşa heval Zekiye ya jiyanê her tim moral dida civata ku têde ye. Bi biçûkan re biçûk, bi mezinan re mezin bû. Rêheval Zekiye bi hêviya jiyana azad, tolhildana bi hezaran sal a dîroka Kurd di sala 1995’an de berê xwe dide çiyayên azad. Wek gerîlayek jin di demek kin de li gelek qadan dimîne û xwe pêşdixe. Her roja ku derbaz dibû bi raman û felsefeya Rêber Apo, tovên azadiyê zindî dikir di jiyana xwe de. Bi ked û xwêdana evînê di nava dilê xwe de mezin dikir. Sekin û vîna xwe xurtir dikir. Heval Zekiye di jiyanê de fedekar, dilnizim û bi cesaret tevdigeriya. Ji bo rê hevalên xwe mînakek berbiçev bû.

Rêheval Zekiye di sala 14.12.1999’an li Metîna di keve kemîna leşkerên Tirk û hevkariyê wî PDK. Bi cesaret û qehremaniyek mezin heta guleya xwe ya dawiyê şer dike û digihije karwanên nemiran.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar