Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Mexmûrê hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt berdewam dike. Çalakvanan diyarkirin ku tekane rêya azadiya civakê, bi azadiya Rêber Apo re gengaz e.
Armanc
Herekol
Li Wargeha
Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê
Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû
destpêkirin, di roja xwe ya 20’an de, bi koma 10’an berdewam dike.
Çalakvanan
ji rojnama me re axivîn û bang li tevahî ciwanên Kurd kirin da ku demildest ji
bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo dakevin qadan û çalakiyan lidarbixin.
Jinan
bi saya Rêber Apo xwe naskir
Ciwana bi
navê Eynas Kar di destpêka axaftinên xwe de komploya 15’ê Sibatê bi tûndî
şermezar kir û got: “Di kesayeta Rêber Apo de, komployek navdewletî li dijî
gelê Kurd hate kirin. Bi saya têkoşîn û berxwedana Rêber Apo, ev komplo hate
valaderxistin û dijminên azadiyê negihiştin armanca xwe. Rêber Apo ji bo gelê
Kurd weke ronahiyekî ye. Ji bo wê jî xwestin ronahiya gelê Kurd tarî bikin. Lê
gelê Kurd bi têkoşîna xwe got ku kesek nikare roja me tarî bike. Wek jin, me bi
saya Rêber Apo xwe naskir. Em jî wek jin xwedî li Rêberê xwe derdikevin û em
niha di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
mîsoger nebe, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Jiyana Azad bi Rêber Apo re
gengza e. Ji bo wê ez bang li tevahî jinên ciwan û ciwanên Kurd dikim, li dijî
tecrîd û êşkenceyê rabin û azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo re mîsoger bikin.”
‘ Hêza ciwanan
wê tecrîdê hilweşîne’
Her wiha
ciwanek din a bi navê Mizgîn Tomak jî li ser heman mijarê peyivî û da zanîn ku
di şikandina tecrîda li ser Rêber Apo de, rola herî mezin a ciwanane û wiha
axivî: “Em wek ciwanên Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tûndî
şermezar dikin. Tecrîd rêbazek bê exlaqî û dijî mirovahiyê ye. Em wek ciwanên
Rêber Apo, heta ku ev tecrîd bê şikandin, emê têkoşînê bikin. Ji ber ku em li
pey Rêberê xwe ne û em xwedî doz û armancin. Hêza ciwanan wê tecrîda Îmraliyê
hilweşîne. Roja 15’ê Sibatê ji bo me, rojek bi êş û tejî xemgînî ye em vê rojê
şermezar dikin. Banga min ji bo tevahî ciwanên Kurd û welatparêz re ewe ku li
dijî komplo û tecrîdê dakevin qadan. Bêdengî me dikuje, ji bo wê divê em hemû
bi yek dengî xwe bidin jiyankirin û Rêberê xwe bi fîzîkî bidin azadkirin. Em jî
dibêjin, heta ku Rêberê me azad nebe, em dest ji çalakiyên xwe bernadin û emê
hertim bi rêbaz û çalakiyên cûr be cûr li ser lingan bin.”



0 Yorumlar