Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJEV PIRS DIKE: SERHILDAN ÇIYE?

Bersivên Gel:  

-Li beramberî zilmê serîrakirine.

-Li beramberî tûndiyê rawestane.

-Şerê li hemberî desthiltadariyê ye. 

-Serhildana li dijî koledariyê ye.

-Nepejirandina desthiltadariyê ye.

-Têkoşîna serkeftinê ye.

-Tolhildane.

-Raperîne.

-Li dijî nehqiyê bêdeng ne mayîne.

-Dijminê xwe naskirin.

-Berteka li dijî bêmafiyê ye.

-Dijîrabûne.

-Berxwedana li dijî desthilatdariyê ye.

-Kêliya dawî ye.

-Xwe naskirine.

-Kawayê hemdeme.

-Ne qebûlkirina sîstemê ye.

 -Serhildêriye.

-Red û ne qebûlkirina kese.

-Şoreşek ya azadiyê bi destxistine.

Ji bo peyva serhildan mirov dikare bi kurtasî bibêje tevgera neqebûlkirina pêkanînên ser xwe ye. Ango li beranberî êriş, talan, qirkirin û guherînan dema neqebûlkirin derdikeve û ji bo dawî li vê yekê bîne tevger û piratîka derdikeve re serhildan tê gotin. Di gerdûnê de hertişt xwedî taybetmendiyên xwe yên xweserin. Bi van xweseriyan re pirengiya jiyanê avabûye. Ev taybetmendiyên xweser hem ji bo tiştên zindî û hem jî ji bo tiştên ne zindî derbasdare. Wekî mînak taybetmendiyên kevir û hesin gelek dişibin hev lê neheman tişte. Li gorî kevir bi hesin re an jî li gorî hesin bi kevir re eleqe çêbibe ewê encam dervayî bendewariyan be. Ji ber çalakbûyîna zindiyan ev taybetmendiyên xweser diyarkertir dibin. Di nav giştî zindiyan de jî mirov gelekî cudatirin. Mirov hem jî zindiyên din hemûyan bi awayekî diyarker cudaye, hem jî di nav hev de ji hev cudatiyên wan zêdetirin. Di cîhanê de bi sedan gel hene, her gelek li gorî erdnîgarî, xweza û taybetmendiyên herêmên ku lê jiyan dikin di aliyê fîzîkî, çandî û jiyanî de ji hev cûda cûda ne. Ev cûdahî dewlemendiyên mirovahiyê ne. Her zimanek, her çandek cûda vê dewlemendiyê pêşkeş dike. Pergala kapîtalîst  ku îro di cîhanê de bûye pergala gilobal li şûna xwedîderketina van nirxên mirovahiyê talan û qirkirina van nirxan ji xwe re kiriye esas û li ser qeyrana ku di nava mirovahiyê de derxistiye, xwe dide jiyankirin. Gelê Kurd jî di Rojhilata Navîn de li mezopotamyayê ji kevnariya dîrokê de cîhê xwe digre. Bi xweseriyên xwe yên gelerî re di avakirina bermahiyên dîroka mirovahiyê de rola xwe leyîstiye. Şahidî ji geşedanên bi serê mirovahiyê hatine re kiriye. Lê ev şahidî bi temaşekirinê çênebûye. Raste rast di nav êş û kêfxweşiyên mirovahiyê de cihê xwe girtiye. Gelê Kurd ji kurahiya dîrokê gihîştiye roja îro lê di êşên mirovahiyê de para xwe girtiye, bedêlên xwe daye. Ji bo bedêlên bi êş şîn daniye. Di kefxweşiyan de govendên bi heybet gerandiye. Di nav şeran de şûr hejandiye bi nav û deng bûye, xwe gihandiye roja îro. Di roja îro de dervayî berxwedanê rêyek din li pêşberî gelê Kurd nîne. Ji ber ku pergala heyî bi ti awayî hebûna Kurd serxwebûn û xweseriya wê qebûl nake. Piştî şerê cîhanê yê 2’emîn Kurd ji aliyê netewdewletên bi pêşengiya xerbî Kurd tine hatin hesibandin û di nav çar netewdewletan de bi peymana Lozanê hatin dabeşkirin. Li dijberî vê bernameya qirkirin û dagirkeriya li ser gelê Kurd 28 serhildanên Kurdan çêbûne û ji aliyê dagirkeran ve hatine perçiqandin. Heta piştî perçiqandina Serhildana Agirî li çiyayê Agirî tirba Kurd ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hat çêkirin  û gotin me Kurd binax kirin û êdî kes nikare behsa Kurdîtiyê bike. Piştî van serpêhatî û bûyerên di ser gelê Kurd de derbas bûne, Rêber Apo jî di encama lêkolîn û lêgerînên xwe de biryara serhildana ragihand. Di civîna Newroza 73’an ya li kêleka bendava Çûbûkê ya Enqerê da, Serhildana gelê Kurd ya bi rêbertiya Rêber Apo  destpêkirî nîv esir li pey xwe hişt li beranberî êrişên netewdewletên gilobal bi destê dewleta Tirk a faşîst têk neçûye. Di nav şerê cîhanê yê 3’emîn de gelê Kurd ê tûne dihat hesibandin bi pêşengiya Rêber Apo bi navê PKK di navenda şerê Rojhilata Navîn de dengeyan diyar dike. Pergala Kapîtalîst jî ji bo ku pêşî li vê bigre, dervayî hemû qanûn û yasayên netewdewletên kapîtalîst tecrîdek derveyî mirovahiyê li ser Rêber Apo pêk tînin. Ev tecrît û êşkenceya ku pêktê çiqas ayîdî dewleta Tirk a faşîst xuya bike jî bi pêşengiya DYA(ABD) û YA(AB) pêk tê. Dîsa êrişa dijberî gerîlayan pêktê bi teşwîq û alîkariya NATO bi teknîka serdemê pêktê. Ev êriş di encama fikir û felsefeya Rêber Apo de bi îradeyek polayî, ruhekî Apogerî yê fedaî ve vala tên derxistin.  Emê li gorî van rastiyan serê xwe li beranberî ti kesekî nedanin. Bi serhildanekî layîqî berxwedana Rêber Apo ya li êşkencexaneya Îmralî û berxwedana gerîlayên li Zap, Avaşîn û Metînayê ku li beranberî teknîka serdemê dimeşînin bikevin nav tevgerê. Bi serhildana xwe re bi gihîştina azadiya Rêber Apo ya fîzîkî re di azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest re ronahiyê bighînin mirovahiyê. Li beranberî pergala kapîtalîst a ku bi kuştin, komkujî û qirkirinan xwe li ser piyan digre di avakirina pergala demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de rist û rola xwe bileyzin. Erk û berpirsiyariyên xwe rast pêk bînin û di vê serhildanê de zêdetir rol bileyzin.

                                                                                                              

 

 

 

 

 

 

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar