Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 12’emîn berdewam dike.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 1’ê Sibatê de hatibû destpêkirin, di roja 21’an de bi dewrgirtina koma 12’emîn berdewam dike.
Koma 11’emîn ya çalakiyê, bi merasîmekê çalakî dewrî koma 12’emîn kir. Beriya dewirgirtinê deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 11’emîn daxuyaniyek ji aliyê Hesret Pusat ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê behsa tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hate gotin: “Ev çalakiya greva birçîbûnê bi boneya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin. Em di wê hêviyê de ne ku armancek baş derbixînin. Tecrîda girankirî ya ku bi destê dewleta faşîs a Tirk û hevkarên wê de bi salane tê meşandin, ji bo têkbirina van kiryaran û qirkirinên hovane emê ti caran nesekinin. Wek gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî emê ji heft salî heta heftê salî her tim di nava çalakiyan de bin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma 12’emîn hate kirin.

0 Yorumlar