Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kirin û bang kirin da ku bi lezgînî parêzer bi Rêber Apo re hevdîtin pêkbînin.
Armanc
Herekol
Şêniyên
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî tecrîda girankirî ya
li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji rojnama me re axivîn û bang kirin
da ku gelê Kurd li dijî tecrîdê dakevin kolanan û bi lezgînî parêzer hevdîtinê
bi Rêber Apo re pêkbîne.
‘Rêber
Apo rêberê mirovahiyê ye’
Şêniyê bi
navê Abdullah Mijînî di destpêka axaftinên xwe de tecrîd weke sûcê dijî
mirovahiyê bi nav kir û got. “Rêber Apo, Rêberê mirovahî, aştî, wekhevî,
demokrasî û tevahî zindîweran e. Ji bo vê tevahî dagirker û xwînmijên
mirovahiyê, li dijî Rêber Apo di nava planên qirêj de ne. Dixwazin fikrên azad
ên Rêberê mirovahiyê ji holê rabikin. Ji ber ku ev fikir û felsefeya Rêber Apo
ji bo mirovahiyê kilîla jiyana azad e. Bi Rêber Apo re hevdîtin çênabe û
tecrîdek girankirî li ser serokê me heye. Ev tecrîd dijî mirovahiyê ye.”
‘Divê
bi lezgînî hevdîtin bê kirin’
Abdullah
Mijînî di axaftinên xwe de anî ziman ku girankirina tecrîdê pêşî lê girtina
aştiyê ye û wiha pêde çû: “Di girtîgeha Îmraliyê de sûcê dijî mirovahiyê tê
pêkanîn. Rojname, hevdîtin û tevahî mafên girtiyan ên rewa ji Rêber Apo re
qedexekirine û her roj tecrîda heyî jî girandikin. Ev tecrîd gelê Kurd aciz
dike û ev 21 heyvin gelê Kurd di bin tecrîdekî girankirî de ne. Em wek gelê
Kurd vê yekê qebûl nakin û divê bi lezgînî hevdîtin bê kirin. Ji bo wê jî ez
bang dikim, tevahî gelê ku azadiya xwe dixwaze, bila dakevin kolanan.”
‘Ji
fikrên Rêber Apo ditirsin’
Her wiha
jina bi navê Hazar Ûçar jî li ser heman mijarê nêrînên xwe parvekirin û diyar
kir ku gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê serdemek dîrokî jiyan dikin û
wiha axivî: “Ev dijminên ku hebûn, destkeftin û serkeftina xwe bi qirkirina
Kurdan ve girêdane, bi hemû rêbazên qirêj êrişî Tevgera Azadiya Kurd dikin. Tişta
ku dijmin jê ditirse û dixwaze ji holê rake, fikir û ramanên Rêber Apo ye. Ya
ku gelê Kurd ji tûnebûnê rizgarkiriye û aniye vê astê Rêber Apo ye. Roja me ya
îro berxwedana Kurdan ji hemû gelên bindest re bûye mînak û çavkanî. Dewleta
Tirk a ku nikare bi operasyonên leşkerî, êrişên bi çekên kîmyewî û
qedexekirî encam bigire, berê xwe daye Îmraliyê û tecrîdê giran dike. Bi vê
yekê hewl dide têkiliya Rêber Apo ya bi siyaset û civakê re qut bike.”
‘Jin
hêza sereke ya xwedî li Rêber Apo derketinê ye’
Hazar Ûçar
di nava axaftinên xwe de tecrîd weke rêbazek şerê taybet pênasekir û wiha
axaftinên xwe domand: “Tevî hemû zext, êriş û astengiyan jî di her meş û mitîngan
de azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê xwestin û wijdana cîhanê tê hejandin. Tecrîda
li Îmraliyê êdî bûye pirsgirêka hemû cîhanê û ji bo me Kurdan jî şikandina wê
bûye sedema rûmet û serkeftinê. Nêzî du salane ji Rêber Apo agahî nayê girtin.
Ev jî, hêrsa gelê Kurd mezintir dike. CPT beriya du heyvan neçar ma û bi
daxuyaniyek ne rast, xwest hêrsa gelê Kurd bide rawestandin. Jin hêza sereke ya
xwedî li Rêber Apo derkertinê ye. Bi saya Rêber Apo, îro jin dikare têkoşînê
bike û xwedî li Rêber Apo derbikevin. Jin divê tecrîda li ser Rêber Apo bişkîne
û têkoşînê xurt bike.”


.jpg)
0 Yorumlar