Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fizîkî di roja 44’an de didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ku ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê hatî destpêkirin di roja 44’an de didome. Koma nû bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê çalakiya nobetê dewirgirt. Li ser navê koma nû Mamosta Beşîr Gabarî axivî.
Mamosta Beşîr di axaftina xwe de balkişand li ser têkoşîna gelê Kurd ya ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Têkoşîna PKK’ê ya ku 45 sal li pey xwe hişt, bi êrişên hovane û komployên dewleta Tirk re rû bi rû maye. Herî dawî di sala 1999’an de Rêbertiya me dîlgirtin û birin zindana Îmraliyê. Ev nêzî 25 salin tecrîdek girankirî ango tecrîd di nava tecrîdê de li ser Rêbertiya me tê meşandin. Tecrîd tê warteya komkujî, kuştin û tinebûnê. Ji ber vê yekê gelê Kurd vê tecrîdê qebûl nake, wek gelê Kurd divê em vê tecrîdê li ser xwe rakin. Ji ber ku tecrîda ku niha li ser Rêbertî li ser gelê Kurd tevahiye. Ji bo wê pêwîstiya me bi têkoşînekî bê hempa ya li dijî vî dijminî bikaribin hem vê tecrîda heyî li ser Rêbertiya xwe rabikin û hem jî azadbikin. Tecrîd çiqas giran dibe dijmin jî bi êrişên hovane hîn dijwartir bi ser mede tê. Bese êdî mejiyê me di Îmraliyê de hatî tecrîdkirin, divê em vî mejiyê xwe azadbikin.”
Piştî axftinê merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike” bi dawî bû.

0 Yorumlar