Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKRAWANÊN ROJÊ: ERDAL (ORHAN TAŞ)

Polîtîkayên şerê taybet ên dewleta faşîst a Tirk li Kurdistanê dimeşîne, di her aliyê jiyanê de diyar dibû. Pêkanîna polîtîkayên şerê taybet û yê qirkirinê ku civakê hedef digire, carinan li gorî bajar û gund diguhere.  Colemêrg jî yek ji wan deveran e ku bi gundê xwe ve para xwe jê digirt. Li ber cevên gel gundê wan dihat şewitandin û talan kirin.  Li beranberê van êrişên dijmin, Welatparêzî û serhildaniya Colemêrg dîrokî ye. Keç û xortên Colemêrgê ji bo parastina axa xwe û ji bo tola welatê xwe rakin berê xwe didan çiyayên azad. Yek ji van lehengan jî rêheval Erdal e.

Orhan Taş bi nasnav Erdal, di sala 1982’an de li gundê Bêtkar ya ser bi Colemêrgê di nav malbatek welatparêz de çavê xwe li cîhanê vedike. Dibistanê heta seretayê 3 dixwîne. Piştî gundê wan tê şewitandin dest ji xwendina dibistanê berdide. Dijmin dema êrişî malên wan dike û gundê wan dişewîtine, neçar dimînin gundê xwe berdidin û diçin Colemêrgê. Ji ber ku malbatek xizane rêheval Erdal ji bo dabara malê dest bi gavantiyê dike. Rêheval Erdal di nava gel û malbata xwe de bi zanabûn û dilnizmiya xwe ya  ji bo rêheval û gelê xwe bi fedakariya xwe dibû mînak. Ev jî dihişt ku di nava derdor de bê heskirin. Êrişên dijmin bandoriyek li ser wî çêkiribû. Her ku dema dahat ber çavên wî ku gundê wan çawa hatiye şewitandin dihîşt ku kîna wî ya li hemberî dijmin zêdetir bibe. Rêheval Erdal dixwast ku ked û fedekariya xwe ya di nava gel de bi heman hewldanê, bi ruhê çiyayan re jî bixe yek.Têkilî û hesta ku bi doza xwe û gelê xwe re çêkiribû di kesayeta wî de hêzek mezin diafirand û bû sedem ku di sala 1999’an de berê xwe bide çiyayên azad. Rêheval Erdal bi hestên pak û bi girêdaneke nimûneyî bi tevlîbûna nava refên şoreşê re xwe perwerde kir û di her hilê de xwe pêş xist.  Bi dilsoziyeke mezin hemû erkên xwe bi cih anî û bi ruhê xwe yê dînamîk pêşketina xwe armanc dikir.  Rêheval Erdal ruhê serhildanê yê Colemêrgê bi eşqa çiyayê Kurdistanê re xiste yek  û bû mînakek yê biryardariya ciwanên Kurd di têkoşîna heqîqetiyê de.  Di demê xwe yên kin de, di hemû qadên têkoşînê de bi dilsozî, fedekarî û cesaretek mezin xebitî, bû parçeyek ji çîroka serbilindiya welatê xwe. Di sala 2001’an de di her hilê de Tirk û hevkarê xwe YNK êrişî qadên gerîlayan dikir. Rêheval Erdal jî di vî şerî de ji bo parastina welatê xwe û ji bo têkbirina xiyanet û dijmin, bi ceseret û fedekariya xwe ve di çeperên pêş de cih girt û di sala 2001’an de gihişt karwanên nemiran. Belê rêheval Erdal xeyal û hestên xwe bi zanebûna şoreşê re kir yek û bû şehîdê baweriya xwe.

 

 

 

 


Yorum Gönder

0 Yorumlar