Ji dîrokê heta niha gelek şoreşên ku mirovan pêş dixin pêkhatine. Yek ji van şoreşan, şoreşa pîşesaziyê ye. Di jiyana mirovan de vê şoreşê hem pêşxistin û hem jî qirêjiya xwezayê bi xwe re anî. Ardûyên fosîlan ên piştî şoreşa pîşesaziyê ku em dişewitînin, li gel vê yekê daristanên tên şewitandin û bandora neyînî ya em li ser xwezayê dikin şopên ku texrîbatên kûr didin avakirin li pişt xwe dihêlin.
Bandorên neyînî yên li ser hevsengiya xwezayê
Ev
yek di heman demê de bandorê li ser germbûna gerdûnê jî dike. Nîv pile yan jî pileyek
ji germbûna gerdûnê zêde bibe, ev dibe sedem ku hevsengiya xwezayê xirab bibe.
Ev jî bi xwe re agahiyên ne baş ji bo me û xwezayê tîne. Hinek bandorên din jî
hene ku bandoreke neyînî li ser hevsengiya xwezayê dikin. Dema asta behrê
bilind bibe, qeşa bihelin, okyanus germ bibin ev hem zirarê dide xwezayê hem jî
dide mirovan. Ev yek bingeha xelayê jî ava dike. Dibe sedem jêderkên xurek û
avê kêm bibin. Bi vê yekê ve girêdayî mirin û nexweşî jî zêde dibin. Ji ber
hînbûyina xwarin û xerckirinê mixabin bandorên neyînî yên li ser xweza û
mirovan zêde dibin. Berhemên kapîtalîzmê û çavnebariya mirovan dibe sedem ku
bingeha hilweşandina cîhanê jî bê avakirin.
Cureyên li ser rûyê cîhanê bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû dimîne
Ji
bo dawî li vê qeyranê bê, helwesta hevpar a hemû mirovên li cîhanê girîng e.
Muzakereyên navneteweyî bû sedem li cîhanê gav bên avêtin lê ev hêvî têrê nake.
Tedbîr û projeyên hîn mezin divê em pêşkeş bikin. Divê mirov bi hestiyarî tev
bigerin û bikaribin rê li ber bidawîbûna cureyên biyolojîk bigirin. Li gor
çavkaniyên lêkolînan zêdebûna germbûna gerdûnê girîngiya di navbera rewşa
ekosîsteman û cureyên li ser rûyê cîhanê bi hejmarên mezin radixîne pêş çavan.
Li gor lêkolînan zêdebûyîna germbûna gerdûnê 1 santigratderece ye. Ger ev bi 2
santigratdereceyê jî bê sînordarkirin dîsa jî ji ber avhewa ewê ne li gor gelek
cureyên li ser rûyê dinyayê be, wê talûkeya bidawîbûna van cureyan pêk bê. Ger
senaryoya 2 santigratderece pêk were tevî Behraspî cureyên 35 herêmên li pêş yên
ji aliyê WWF'ê hatiye diyarkirin wê ji sedî 25 bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû
bimînin.
Bandora neyînî ya zêdebûna germê
Mirov
oksîjena xwe ji daran digirin. Şînkayî di heman demê de dibe xwarina mirovan
jî. Lê belê ji ber şertên avhewayê yên tên guhertin nebat jî ji vê yekê bandor
dibe. Jixwe ev bandorên neyînî wekî zincîrekê bandorê li ser nebat, mirov, ajal
û bi tevahî xwezayê dike. Dema em li talûkeyê dinêrin ger em germahiya zêde
dibe bi 1,5°C jî sînordar bikin dîsa jî ji sedî 6 kêzik, ji sedî 8 nebat, ji
sedî 4 wê jî yên bi mazmazik (omurga) bi bandor dibin. Heger em vê yekê ji nîvî
zêdetir germahiyê bigirin ber çavan, wê demê jî ji sedî 18 kêzik, ji sedî 16 nebat,
ji sedî 8 jî yên bi mazmazik (omurga) bi bandor dibin.
Germa behrê zirarê dide zîndîweran
Ji
bo resifên mercanên jêderka jiyana behrê ne em meselaya germa 1,5°C bînin ber
çavan ji sedî 70’ê resifên mercanan bi dawî dibin û ger zêdehiya germahiyê
derkeve 2°C wê di dawiya sedsalê de resîfên mercanan ên li cîhanê hemû winda
bibin. Dem ji bo me mirovan têgeheke gelekî girîng e. Di vê mijarê de jî
girîngiya demê xwe dide der. Her çiqas jî gelek kes ne di farqiya girîngiya
demê de bin jî, em di vir de dibînin ku dem ji bo hemû cîhanê çiqasî ferz e. Li
hinek welatan jî kîsoyên behrê pir zû di bin bandora guhertina avhewayê de dimînin.
Germahiya qûmê zayenda çêlikên ji hêkan derdikevin diyar dikin. Dema germ zêde
dibin wê demê jî ji hêkan tenê çêlikên kîsoyan ên mê derdikevin. Dema germ pir
zêde be jî wê demê çêlik giş dimirin. Dema asta behrê zêde dibe ev jî zirarê
dide malên kîsoyan. Ji ber guhertina avhewayê dema ava behrê germ bibe ev
bandoreke neyînî li ser zîndeweran dike. Di heman demê de ev dibe sedema
koçkirinê jî.

0 Yorumlar