Ciwan ji bo her civakekê pêşeng û ronahî ne. Zarok pêşerojin û kal paşerojin. Ciwan jî îroya civakê bi wate dikin. Civakek bê ciwan, civakekî ku di tarîtiyê de mayî ye. Dema em qala civakek bê ciwan dikin, wê demê em ne tene ciwan bi fizîkî digrin dest. Ciwanên ku rastiya civaka xwe nadin jiyankirin û berovajî vê yekê jê dûr dikevin, wateya hebûna wan ya fizîkî jî nîne. Bi pêşketina Sîstema Modernîteya Kapîtalîst re, civakan ronahiya xwe windakirin.
Sîstema Modernîteya Kapîtalîst civakbûnê bi tunebûnê re rû bi rû
dihêle. Civak û ciwan di bin hişmendiyek bê exlaq û ji rastiyê dûr de hatin
hîştin. Ji ber vê yekê kapîtalîzim dijminekî herî hov yê mirovahiyê û çanda
civakê ye. Wek sîstem jî, li dijî civakê şerê fîzîkî nake. Êrişî mejiyê mirovan
dike. Di mêjiyê hemû mirovan de hişmendiye dijî mirov pêşdixe, eleqeya mirovan
di fikir de tunedike û ji rastiyê bê eleqe dike. Kapîtalîzm bixwe sîstema
sermayedariyê ye. Ji bo ku sermaye qezenc bike tiştekê ku neke nîne, rê li ber
her cure bê exlaqiyê vedike. Dîroka pêşketina kapîtalîzmê nêzî 300 salane. Mînaka
herî berbiçav, roja me ya îro ye. Sîstema kapîtalîzm kontrolkirina mirovan
pêşdixe. Em dikarin vê yekê bi şêweyek din jî bînin ser ziman. Li şûna ku
mirovek amuûrên teknîkî kontrol bike, amûrên teknîkî mirovan kontrol dike. Ev
jî dibe sedem ku mirov ji rastiya xwe derbikeve û li gorî berjewendiyên ku kapîtalîzm
di mirovan de avadike tevbigerin. Di bin navê modernîteyê de rêjeya birçîbûnê
jî gihiştiye asta herî jor.
Di televîzyon û înternetê de ji bo her cureyên reklaman bedena jinê wek
amûr tê bikaranîn. Bedena jin bûye yek ji amûrên herî sereke ya Sîstema
Modernîteya Kapîtalîzmê. Di civakan de bi pêşketina çanda kapîtalîzmê re mirov
ji çand, urf û edetên civaka xwe dûr dikevin. Îro ciwanek Kurd li şûna cil û
bergên xwe yên netewî li xwe bike, li pey modeya Sîstema Modernîteya Kaptalîst
dikeve. Bi vî şêweyî mirov ji çanda civakê dûr dikevin. Dewletên kapîtalîst bi
rêzefîlman dixwazin aqilê civakê bixin bin kontrola xwe. Ev jî rê li ber hemû
qirêjiyên sîstemê vedike.
Gelo Sîstema Modernîteya Kapîtalîst bi berjewendiyên xwe pêwîstiyên me
bi cîh aniye? Yan jî me ber bi rastiyan ve biriye? Em hemû rastiya vê dizanin.
Lê çima em li hemberî vê hişmendiyê dernakevin? Sedema vê yekê jî dîsa
kapîtalîzm bi xwe ye. Sîstemekî wisa ye ku rastiyên jiyanê li gorî
berjewendiyên xwe dizivrîne.
Belê em dibêjin, em di serdemekî herî pêşketî de ne, lê di rastiyê de
diyar dibe ku ne wisa ye. Pêşketina herî mezin di roja me ya îro di aliyê
teknîkî de tê dîtin e. Lê ev jî di destê Sîstema Kapîtalîzmê de ye û li gorî
berjewendiyên vê Sîstemê tê pêşxistin û avakirin. Di rastiyê de mirovahî bi
kaptalîzmê re her ku diçe paş dikevin. Em mînakekî herî ber bi çav bidin; di dema
Neolîtîkê de, hertişt bi hilberîna destê mirovan dihat çêkirin. Di sîstema
kapîtalîst de her tişt, ji cil û bergên me bigre heta xwarinên me, li gorî
berjewendiyên sermayedariyê çêdibe. Cilekî ku em li berxwe dikin ne hilberîna
civakê ye, ne berhemê çanda me ye. Berhemên kaptalîzmê ne. Kapîtalîzm Civaka
Xwezayî weke civaka herî hov pênase dike. Lê em dizanîn berovajî vê ye. Ji bo
me sîstema kapîtalîzm sîstemekî herî hov e. Civaka xwezayî demekî asta herî jor
a pêşketinê ya mirovahiyê ye.
Dema ku mirov tiştên kapîtalîzmê dibîne, mirov fêhm dike ku serdema
herî ketî û hatî reşkirin ev serdema niha mirov têde dijî ne. Jina ku di dema
Civaka Xwezayî de pêşeng niha tê biçûkxistin. Rêberê Apo dibêje; “Ez dixwazim
jinek bê xwedî bi afrînim.” Di vir de behsa demê niha û rewşa jinê dike. Di
roja me ya îro de ruhê civakê ne maye, tenê fizîk maye. Tişta bi êş û bandora
herî qirêj ewe ku mirov ne di ferqa xirab bûna kapîtalîzmê de ne. Bi ruhê
civaka xwezayî, ciwan dikarin li hemberî vê pergala qirêj rabin. Bi vî awayî ciwan
dikarin rola xwe ya pêşengtiyê bileyîzin û civakê ronî bikin.
Dilvîn Seven

0 Yorumlar