Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo Gerîlayê HPG’ê Botan Bêlatî ku di sala 2016’an ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihiştîbû şehadetê, konê sersaxiyê hat vedan.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Gerîlayê HPG’ê Cengîz Yilmaz bi nasnav Botan Bêlatî ku di sala 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihiştîbû şehdetê, konê sersaxiyê hat vedan.
Gel û endamên saziyên wargehê serdana konê sersaxiyê kirin, gelê wargehê bi deqeyek rêzgirtin hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîranîn. Piştî rêzgirtinê Berdevkê Komîteya Têkiliyên ji Derve Bêwar Unver li ser tekoşîna şehîdan axivî.
Bêwar Unver di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser têkoşîn û berxwedana gerîlayên azadiyê û wiha got: “Heval Botan di temenek ciwan de beşdarî nava refên azadiyê dibe. Di xeta Zagrosan de gerîlatî kiriye. Wek ciwanekî, dagirkeriya ku li ser gel û axa xwe hezim nekir lewma rêya azadiya welat da berxwe. Li hemû qadan jî bi fedakerî kar û xebatê xwe da pêkanîn. Rastiyek dijwar ya ku gelê Kurd niha têde derbaz dibe heye. Dijmin ji bo gelê Kurd û destkeftiyên hatîn destxistin tine bike bi her awayî êrişên hovane pêşdixe. Dewleta Tirk hemû derfetên xwe ji bo tinekirina gelê Kurd serferber kiriye. Artêşa Tirk a dagirker nikare li hember ciwanên mîna Şehîd Botan, Şerzan û Zagroz singe sing şer bike. Ev rastiyek ji ber wê teknîka di destê xwe de bi kartîne. Êrişên dewleta Tirk ji tirsê ye ne ji hêza wan e. Tişta ku şehîd ji me dixwaze bilindkirina ala ku wan di nîvî de hêlayî bibin serî di jiyan û emelê xwe de li ser rêça şehîdan bin.”

Her wiha li ser navê malbatê jî Mamê Şehîd, Ehsan Kaplan axivî.

Ehsan Kaplan di destpêkê de xêrhatina gelê wargehê kir û got şehîd ne şehîdê malbatê ye yê tevahî gelê azadîxwaze û wiha got: “Serê gelê azadîxwaz, rêhevalê Botan û Serokatiya me saxbe. Bi saya serê qehremanên mîna Botan û yên niha li serê çiya li berxwe didin, gelê Kurd û têkoşîna Kurd wê pêşde biçe û emê azad bin.”
Gel li ber kon dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ berz kirin.

0 Yorumlar