Endamê Rêveberiya dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn Mamosta Mûstafa Ergen: “Li Mexmûrê bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde tê dayîn. Li gor salên borî rêjeya waneyên xwendevanan ketine û divê di dema nû de ev kêmanî bi hevdû temamkirina mamosta, malbat û xwendevanan bê derbaskirin.”
Armanc Herekol
Dibistanên
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 12’ê Çileyê de ketin betlaneya
nîva salê û tevahî xwendevanên wargehê karnameyên xwe bi kelecanekî mezin
wergirtin.
Têkildarî
rewşa perwerdê û xwendevanan Endamê
Rêveberiya dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn Mamosta Mûstafa Ergen ji rojanama
me re axivî û bang li malbatan kir da ku hîn baştir bi zarokên xwe re eleqeder
bibin.
‘Bi fikir û felsefa Rêber Apo
perwerde dibin’
Mamosta Mûstafa di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku wan rûxmê êriş
û planên qirêj ên li ser wargehê jî, nîva salê ya perwerdeyê qedandine û got:
“Dijmin ji bo ku wargeha me belav bike û xwendevanên me ji holê rabike, her
cûre êrişan pêktîne. Ji ber ku xwendevanên me bi zimanê xwe dixwînin, ev yek jî
ji bo dijmin wek gefek mezin e. Zimanê Kurdî li her derê qedexeye û her roj ji
ber axaftina Kurdî êşkence û girtin çêdibin. Em wek Mexmûr ev bi salane bi
zimanê xwe perwerde didin û dibînin. Êrişên li ser zimanê Kurdî, em şermezar
dikin. Li wargehê bi fikrên Rêber Apo zarokên me tên perwerdekirin. Bê gûman
zor û zehmetiyên vê yekê jî hene, ji ber ku yek ji cihê herî girîng ê wargehê
qada perwerdeyê ye. Bi zimanê xwe xwendin û perwerdekirin, serkeftina herî
mezin e.”
‘Zêde bikaranîna teknîkê xeter e’
Ergen da diyarkirin ku îsal di xwendevanan de lewazî çêbûne û sedema wan
jî wek mamosta û malbat destnîşankir û wiha pêde çû: “Xwendevan pira di navbera
mamosta û malbatê de ye. Ji bo wê jî divê mamosta û malbat hevdû temam bikin. Lewaziyên
ku di xwendevanan de çêbûne, sedema xwe ji zêde bikaranîna telefon,
sernesekinandina malbat û mamostayan tê. Di roja me ya îro de bikaranîna
telefonê ketiye destê zarokên temen biçûk. ev jî bi xwe re xeteriyek mezin
tîne. Lê bi destpêkirina dema nû re emê wek qada perwerdê pêngevên nû bavêjin û
wan lewaziyan bidin derbaskirin. Zarokên me divê nebin xizmetkarê teknîkê. Divê
malbatên me di derbarê rewşa zarokên xwe de, bibin xwedî berpirsyartî û bi
zarokên xwe re bibin alîkar. Divê telefonan ji wan qût bikin, televîzyonê kêm
bikin û nehêlin heta derengiya şevê bimînin li kolanan. Divê em bizanibin ku em
bi saya şehîd û Rêber Apo hene. Ji bo ku em bikarin bibin layiqê wan divê em
xwe pêşbixin.”
‘Mamosta, malbat û xwendevan divê
hevdû temam bike’
Endamê Rêveberiya dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn Mamosta Mûstafa
Ergen di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku bêhndana 15 rojî ne ji bo razanê
ye û divê xwendevan, malbat û mamosta di van rojan de kêm û kurtiyên xwe
lêkolîn bikin û wiha axaftinên xwe domand: “Divê xwendevanên me li xwe vegerin
û kêmasiyên xwe bizanibin û derbasbikin. Li gor salên berê rêjeya xwendevanan a
waneyan ketiye û ev yek divê piştî bêhndanê bên derbaskirin. Ev yek bi malbat,
mamosta û xwendevan dikare bê derbaskirin. Xwendevanên ku waneyên wan ketîn, divê
li ser waneyên xwe bişixûlin û kêmaniyên xwe derbas bikin. Malbat divê hîn
zêdetir xwedî li zarokên xwe derbikevin. Mamosta jî divê hîn zêdetir perwerdeyê
li xwendevanan bidin hezkirin û bidin fêmkirin. Bi hevdû temamkirina malbat,
xwendevan û mamosta wê di dema nû de encamên hîn baştir derbixe holê.”

0 Yorumlar