Bersivên Gel:
-Şikilgirtina
ruh mirov e.
-Meşa raste.
-Hebûn.
-Mêyzandina
kes ya li jiyanê ye.
-Dîtina ji
derve ye.
-Mêyzekirinek
bedew.
-Bi dema û
fikr peşketin
-Rêk û pêkiya
jiyanê ye.
-Qalibê mirov
e.
-Rêbaza jiyanê
ye.
-Cûdaya nûdem
ye.
-Cûre.
Di zimanê Kurdî de çend binavkirinên şêwe hene weke awa, teşe, şêwaz, uslub
û şikil jî tê bikaranîn. Di zimanên biyanî de weke sitîle tê bikaranîn. Di
latînî de tê wateya şêweyê nivîsandinê, her wiha di zimanê Firansî de jî tê
wateya şêweyê nivîsê di heman demê de weke uslub jî tê bikaranîn. Di zimênê Tirkî
de jî weke bîçim, uslub û terz tê bikaranin. Di roja me ya îro de şêwe, şekil,
stîle, tarz piraniya xwe di wateya moda de tê bikaranîn. Kesên xwedî stîl ew kesên
ku li gor modayê cil û bergan li xwe dikin. Hem di vî alî de hem jî weke uslub
ango rast anîna ziman ya peyvan jî tê bikaranîn. Rastiya têgeha şêwe li gorî
dem û cih guhertina nêzîkatiyên mirove. Li gorî cihê bikaranîna peyvan bandor
li ser mirovan dike. Ger mirov tişta dixwaze ragihîne bi nêzikatiyek baş bide
têgihandin bandorek erênî li ser derdora xwe dide çêkirin. Ger xirab be, xirab
bandordike. Ger li gor dem û cih nêzikatî neyê raber kirin, tişta ku tê xwestin
wê neyê bidestxistin. Gotina Seedî Şîrazî ya dibêje, ‘Şêwazê şaş celladê
gotinên rastin’ wê baştir me bibe kûrahiya rast karanîna nêzîkatî û gotinên me.
Di nav civatekê de tiştên ku mirov dixwaze bîne ziman, çiqas taybet be ger
şêweyê şaş be wate û girîngiya xwe winda dike. Ji bo wê şêweyê anîna ziman ya hevokan
bi qasî mijara tê vegotin girînge. Di wateyeke din de jî mirov dikare şêwe weke
rêbaz jî pênase bike. Pir cûrên bikaranîna şêwe heye. Gelek caran nêzîkatiyên
kes li gorî zanabûn û hişmendiya kesê beramber divê bê guhertin. Pêwîste li
hember herkesê heman nêzîkatî û şêwe nayê bikaranîn. Di heman demê de divê kes di
derbarê mijara ku dixwazin ragihinîn de xwedî zanist be. Lê zanîn jî tena serê
xwe têrênake, rêbaz û metodên ku tê bikaranîn jî girînge. Rêbaza ku tê
hilbijartin di heman demê de şêweyê kes dide diyarkirin. Şêweyê bikaranînê
çiqas rast be, ewqasî bandor dike. Şêwazê rast mirovan di hemû aliyan de dibe serkeftinê.
Hem wext şêwazê şaş jî mirovan dibe binkeftinê. Ger em di aliyê sîstêmên cîhanî
yên roja me ya îro de jî bigirin dest, her dewlet û netew xwedî sîstemek ya
xwerêvebirin û ragihandina îdeolojiya xwe ye. Rêbaz çiqasî xurt be ewqasî dikarî
îdeolojiya xwe zû belav bike. Modernîteya Kapîtalîst xwedî şêwekî yê diyar a
belavkirina îdeolojiya xwe ye. Di heman demê de modernîteya demokratîk jî xwedî
şêweyê belavkirina îdolojiya xwe ye. Ji ber ku hebûna sîsteman li ser rêbazê
belavkirina îdeolojiyan dimîne, di hindek pêngavan de şêwaz ji îdeolojiyê gelek
girîngtire. Ger rêbazên tên bikaranîn ne di berjewendiyên îdeolojiyan de be, wê
ne serkeftî be. Em dibînîn modernîteya kapîtalîst ji bo belavkirina îdeolojiya
xwe hemû rêbazan bi awayekî pir zirav bikartîne. Rûxmê ku her cure bê exlaqiyan
pêşdixe jî, hebûna xwe berdewamdike. Ji ber ku bi şêwazek kûr ya ku mirovan di
nava xwe de bi helîne bikartîne. Nirxên civakê yên ku civakê li ser piyan
digre, hundirê wê vala dike, ji wateyê wê dertêxe, li gorî xwe şêweyekê didiyê
û ji bo xwe bikartîne. Êrişî nirxên civakê yên pîroz tênekirin. Piraniya rêbazê
xwe li ser bikaranîna xerîzeyên kesan dide meşandin. Ji bo wê jî li ser kesan bandor dike û bi vî awayî mirovan
dikşîne xwe. Ji ber vê çendê rêbaz û uslub çiqas xurt be, îdeolojî jî ewqas
bandorkere. Dijberê vê rêbaza Rêber Apo ya pêşxistina netewa demokratîk li
hemberî vê sîstema çewit têkoşîn dike. Ji ber Rêber Apo li hemberî sîstema
kapîtalîst paradigmayek nû avakir, hindirê têgehên ku hatîn valakirin û
qirêjkirin ji nû rastiya wê derxist holê û ji nû ve pênasekir.

0 Yorumlar