Ticker

10/recent/ticker-posts

Malbat tovika civakê ye

Malbat peyvek Kurdî ye ji mal, cihê ku mirov tê de jiyan dike yan jî ji mulk tê. Malbat komek biçûk ku di encama zewaca du kesan de çêdibe. Ji dayîk, bav û zarokan pêktê. Mirov dikare bêje ji hemû hebûnên kom re malbat tê gotin. Mînak komên lawir. Malbatên lawiran jî heye, yên mirovan jî hene. Di heman demê de em dikarin bêjin malbat tovika bingihîn ya civakê ye. Bi xwîn, hestyarî û rêya civakî bi hev ve hatine girêdan. Ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên heyî têxwestin ku di nava endamên malbatê de parvekirina kar û hevkarî hebe. Girêdana herî bihêz ya ku dihêle endamên malbatê li ser lingan bimîne û di aliyê erênî de wan bandor bike, heskirin e. Heskirin û kêfxweşiya dayîk û bav bandoriyê li ser zarokan çêdike. Heskirin pêdiviyeke, ger zarok bizane ji aliyê dayîk û bavê xwe ve nayê heskirin di aliyê nerênî de bandorî li ser jiyana wî/ê çêdike. Gelek caran heskirin jî têrê nake pêwîste malbat vê heskirinê bide hîskirin û bawer kirin. Xalek din ya ku malbatê bi hev ve girêdidin xweşbînî ye. Divê hemû ferdên malbatê hest û hizirên xwe bi hêsanî bînin ziman û ji aliyê malbatê ve jî nêrînên heyî bên nirxandin. Ciyawaziya fikrên malbatê pêwîste nebe sedema biçûk dîtin û şikandina kes yan jî ferd. Malbat saziya herî bingihîn ya civakê ye, em hemû teybetmendiyên xwe yên civakî di malbatê de qezenc dikin. Ji ber vê jî mirov dikare bêje malbatek bi tendûrist encama civakek bi tendûriste. Malbat, civak û kes bi hev ve dide girêdan. Ev girêdan çiqas bihêz be, civak jî awqas bihêze. Di serdema Neolotîk de demek dirêj civaka xwezayî jiyan kiriye. Divê pêvajoyê de malbat ji aliyê dayîkê ve dihat birêvebirin. Jin û zilam, jiyan di hevsengiyekê de birêvedibirin. Di wê demê de milkiyet û hiyararşî tine bû. Mêr ne serwer, ne jî milk bû. Tenê wê demê armanc peydakirina cihê parastin, têrbûn û zêdebûn bû.  Di wê demê de mirovan bi awayek komînal jiyana xwe berdewamdikirin. Ferqa cins û çînayetî tine bû. Bi zêdebûna berhemê çandiniyê re dewlet û koledariya li ser jinê pêşdikeve, jin ji hemû mafê xwe tê dûr xistin û desthilatdarî berfireh dibe. Bi vê re malbat jî bi pêşxistina sîstema desthilatdariyê re wek dewleta biçûk hat destgirtin û karanîn. Di malbatê de desthilatdarî ji bav derbazî kur dibe. Jin jî tenê bi karê malê ve tê sînordarkirin, wek hebûnek fizîk û cinsî tê destgirtin. Malbat ji wekhevî û exlaq dûr ketiye û bûye bingihê sîstema heyî. Lê mixabin bi pêşketina sîstema desthilatdar re malbat bûye saziya fermî ya avakirina sîstema dewletê. Malbat ji bo kes û civakê jî girînge, dema dewlet dixwaze kesekê qaznc bike destpêkê dest diavêje malbatê. Di malê de jin koleyê zilame û di malbatê de jî zilam koleyê dewletê ye. Rêbertî dibêje: ‘Malbat ne saziyek civakiye ku were derbazkirin, lê dikare were veguhertin.’ Divê nêrînê de, demê hiyararşiyê ya ku dibêje jin û zarok milke bê şikandin û di malbatê de têkiliya desthilatdarî rol ne leyîze. Nêzîkatiyên cins ya li ser jinê were derbazkirin û civak girêdayî exlaq û polatîkayê be. Felsefeya azadiyê bê bingeh girtin. Ji bo civakek exlaqî û polîtîk were pêşxistin divê destpêkê malbat ji xisleta qirêj ya desthilatdariyê were rizgarkirin. Encex bi malbatek wekhev û exlaqî re civakek exlaqî û polîtîk bê mîsoger kirin.

Saadet Tok

Yorum Gönder

0 Yorumlar