Ticker

10/recent/ticker-posts

Sezgîn: Xebatên me li ser rêxistinkirina jinan bûn

Endama Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn têkildarî kar û xebatên Meclîsa Îştar axivî û got: “Wek Meclîsa Îştar xebatên me yên di sala 2022’yan de hatî meşandin, li ser xurtkirin û rêkxistinkirina jinan ya di aliyê kar û xebatan de bû. Emê heya Rêber Apo azad bibe, çalakî û xebatên xwe dewam bikin.”

XURBET TALLÎ

Endama Meclîsa Îştar ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Nûran Sezgîn di derbarê kar û xebatên xwe yên di sala 2022’yan de li wargehê meşandin ji Rojnews’ê re axivî. Nûran Sezgîn diyarkir ku wan li kêleka kar û xebatên xwe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xebat dane meşandin û wê ev çalakî dewam bikin.

‘Wek Meclîsa Îştar xebatên me li ser xurtkirin û rêxistinkirina jinan e’

Nûran Sezgîn da zanîn ku wana weke Meclîsa Îştar salekî têr û jitî derbaskir, xebatên di sala derbazbûyî de hatî meşandin, li ser xurtkirin û rêxistinkirina jinan ya di aliyê kar û xebatan de bû. Sezgîn got; “Bi wê ve girêdayî destdirêjî û êrişên ku li ser jinan tên kirin, me bi awayên cûda cûda şermezar kirin. Di vê pêvajoyê de bi taybet me giranî da ser xebatên ji bo bi fîzîkî azadkirina Rêber Apo, wek meş, daxuyanî, semîner, panel û hwd çalakî pêkanîn. Ev êrişên ku niha li ser siyasetmedaran, jinan û gelê Kurd tê meşandin ji tecrîda ku li ser Rêbertî ne qut e. Her wiha komîteyên ku girêdayî Meclîsa Îştar yên weke Akademiya Şehîd Jiyan, Komîteya Aborî, Komîteya Jineolojî û Wexfa Jin me di aliyê birêxistinkirinê de bi wan re nîqaşkirin û proje pêşxistin. Di aliyê xebatên giştî de jî wek Meclîsa Îştar me li ser hesasbûna pêvajoya heyî ji bo jinan perwerde dan destpêkirin û civîn çêkirin. Ev xebat yên dayîmîne û wê dema pêş jî were dewam kirin.”

Sezgîn di dewama axaftina xwe de êrişên ku niha li Herêmên Parastina Medyayê jî tê kirin bi bîrxist û wiha pêde çû: “Niha Tevgera Azadiyê li Zap, Metîna û Avaşîn bi êrişekî topyekûn ê dewleta Tirk yê dijî exlaqî û mirovî re rû bi rû ye. Dewleta Tirk li van herêman li hemberî berxwedana gerîla şikestiye, ji bo vê şikestina xwe veşêrin dixwaze êrişên xwe li qadên wek Mexmûr, Şengal û Rojava pêşbixin. Me li ser vî bingehî di kombûn û perwerdeyên xwe de rastiya dijmin çiye û divê em vê pêvajoyê çawan bixwînin û xwe bi rêxistin bikin nîqaşkir. Bi wê ve girêdayî li hemberî van êrişan em dikarin çawan bibin bersiv û çalakiyên xwe di kîjan astê de dewlementir bikin, hîn zêdetir xebatên me li ser vê yekê hat meşandin.”

‘Wek jinên wargehê em dev ji çalakiyên xwe bernadin’

Endama Meclîsa Îşrar Nûran Sezgîn di axaftinên xwe de da diyarkirin ku heta ew Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de nebînin, wê li ser piyanbin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev xebatên me heta ku dijmin xwe ji hemû Herêmên Parastina Medya paşde nekêşe, êrişên xwe nedin sekinandin her wiha tecrîda ku li ser Rêber Apo nerake û bi fîzîkî azadiya Rêbertî pêkneyînin, em jî wek gelê Kurd bi taybet wek jinên Wargeha Mexmûr dest ji van çalakiyên xwe bernadin û emê li qadan bin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar