Êrişên li ser welatê me û partiyê nîşan dide ku înkara sedsalê wê berdewam bikin. Ev înkar jî bi êrişan tê piratîze kirin. Êrişî Başûr, Rojava, Bakur û siyaseta demokratîk dikin her wiha di zindana de cih nemaye ku Kurdan bixinê. Sedema vê jî nêzîkatiya wan ya li dijî pirsgirêka Kurd e. Înkar û redê Kurdan krîmînalîzeyê bixwere tine û zemînê sûcdarkirinê dide avakirin. Bi her awayî êrişê jinan, ciwanan, ax, ziman, çand û nirxê Kurda dikin. Dibêjin ev sedsalin me îradeya Kurdan nasnekir emê ji vir û şûn ve jî nasnekin. Wateya vê jî çiye wê êrişên xwe hîn berferehtir bidin berdewam kirin. Êrişa li hember partiya me jî wê tûndir bibe. Faşîzma heyî HDP’ê, gelê Kurd, siyaseta demokratîk ji bo xwe asteng dibîne. Ji ber vê yekê 24 demjimêr êrişî wan dike. Her ku êriş dike lewaz dibe, her ku lewaz dibe êrişên xwe dijwartir dike. AKP û MHP ji bo ku fikrê xwe yê yek dewlet, yek netew, yek ol û yek alî bixin meryetê êrişî me dikin. Ji wê zêdetir ji pêvajoya hilbijartinê jî bandoriyê li ser van êrişan çêdike. Dema em pêvajoya 7’ê Hezîrana 2015’an li bîra xwe bînin, HDP ji sedî 13’ê deng bi destxistibû, ev yek ji bo xwe xetirek dîtin. Ji bo carek din heman tiştê jiyan nekin êrişî me dikin. Di bin siyaseta van 7 salên dawî de siyaseta çok şikandin û serî tewandinê heye. Di 29’ê Cotmeha 2014’an de biryardan ku li hember Kurdan siyaseta çok şikandinê bixin meryetê. Bajarên Kurdan bi serê wan de anîn, bi hezaran ciwanên Kurdan qetilkirin, rûxmê hemû êrişan jî bi ser neketin. HDP li cihê xwe ye, têkoşîna Kurdan jî berdewam dike. Tevî hemû êrişên faşîzmê jî siyasta demokrtîk her ku diçe xurt bûye çima? Ji ber ku yên mafdar em in. Daxwazên Kurdan daxwazên rewa ne. Em daxwaza aştî û mirovahiyê dikin. Ji ber ku xet û perspektîfa me raste, xîtabê edalat, wijdan û exlaqê civakê dike êrişên dijmin têkdibe. Mijara girtin û biloqe kirina pereyên ku ji bo partiya me bi du xalan ve girêdayiye. Xalek dîrokî ye dibêjin pêwîste Kurd nebin îrade, ya din jî em astengiyekin li pêşiya wan. Ev 6 salin em pere ji xezîneyê digrin ev pere ne pereyê desthilata heyiye divê ji bo pêdiviyên gel bê pêşwazî kirin. Lê ji ber ku niha desthilatî di destê wan de ye bi bê hiquqî dest daniye ser van pereyan. Tenê em tiştekê ji wan re dibêjin, yên ku dixwazin bi pereyan îrdeya me bişkînin bila baş li dîroka partiya me binêrin wê bizanibin ku partiya me bi hêza gel xwe li ser lingan girtiye. Wê ji vir û şûnde jî bi alîkariya gel xwe li ser lingan bigre. Gefên girtina partiyê li me dixwin, lê bila baş bizanin ji bo partiya me neyê girtin, tişta ji destê me tê emê bikin. Emê li partiya xwe xwedî derkevin, lê ji ber ku niha hiquq ketiye destê desthilatê biryarên tên girtin siysîne ne hiquqîne, dibe ku partiya me bê girtin. Her ku partiyên me hatin girtin em mezintir û xurtir bûne, em ji gefên wan na tirsin. Kes nikare gelê Kurd ji siyasetê dûrbixe û mafê wan yê siyasetê ji destê wan bigre. Em di van aliyan de xwedî ceribandinin. Ew bi kijan siyastê bisermede tên bila bên, emê siyasta wan ya şaş vala derbixînin. Emê vê pêvajoyê ji bo gelê Kurd, siyaseta demokratî û gelê aştîxwaz bikin pêvajoya serkeftinê. Ji bo ku li vir civakek di polîtîk, azadî û aştiyê de isrardike dernekeve holê êrişî kolanan dike. Bi guhertina civakê êrişî kolanan dikin. Ji bo ku ciwan lêpirsînê nekin û tevlî siyasetê nebin, wan fêrî fihûş û esrarê dikin. Êrişên AKP û MHP li dijî Kurdan pêktînin pir alî û kûrin. Dibe ku kêmaniyên Kurdan jî hebin, lê wek Kurd nirxên me yên ku nayên guhertin wek ziman, çand û girêdanbûna bi axê ve jî hene. Li hember êrişên bê sinor û bê pîvan berxwedaniyek bêhempa ya Kurdan jî heye. Ziman û çanda Kurdan ne nirxê Kurdan tenêye, yê giştî mirovahiyêye Kurd li nirxên mirovahiyê xwedî derdikevin. Wê ruhê Kurdan yê niha li dijî vê sîstemê li berxwedide wê aştiya mayînde bîne li ser rûyê cîhanê. Yê ku bi rêya aştiyê bixwaze pirsgirêka Kurd çarser bike, tecrîdê bişkîne derêyê me jêre vekiriye. Lê yê ji bo Kurdan li deriyê me bixe bersiva me ji bo wan jî amade ye. sedemê hatina wan ya berderiyê me hêza me nîşan dide. Hemû daxwazên Kurdan bi peyva terorîzmê tewambar dikin li gorî vê jî li qadên navnetewî hevalbendan çêdikin. Nêzikatiyên wan yên şaş ev hezar sala ji pirsgirêkê civakê re ne bûye bersiv wê nebin bersiv jî. Yên ku ji van pirsgirêkan re bibe bersiv HDP û Kurdin.
Zeyyat Ceylan

0 Yorumlar