Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji bo gerîlayê HPG’ê Êriş Adar ku li gel çar hevalên xwe di 26’ê Tebaxa 2022’an de şehîd bibû, konê sersaxiyê hat vedan.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Êriş Adar ku li gel çar hevalên xwe di 26’ê Tebaxa 2022’an de şehîd bibû konê sersaxiyê hat vedan.
Ji duh ve xelkên wargehê serdana konê sersaxiyê dikin, danê siharê xelkê wargehê tevî saziyan bi komî serdana konê sersaxiyê kirin.
Beriya ku axaftin were kirin di kesayeta şehîd Êriş Adar de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz tê girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên wargehê Mamoste Beşîr Gabarî axivî.
Mamoste Beşîr di axaftina xwe de anî ziman ku ewê bi têkoşînva şehîdan dijmin bin erdê bixin û got: “Bila her kes bizanibe wê gelê Kurd biserbikeve, aramanca me ewe ku em li ser şopa wan bimeşin. Emê xwîna wan li erdê nehêlin, emê nehêlin dijimin bi van şihadetan şabibe. Bi vê boneyê em her pêc hevalan bi bîrtînin, serê Rêbertî, rêhevalên wî û tevahî gelê Kurd ê azadîxwazan saxbe.”
Her wiha li ser navê malbata Şehîd Êriş Adar jî Seîd Geverî axivî û di serîde xêrhatina gelê wargehê kir û got ku şehîd ne yê kesekê ye, şehîdê doza Kurdanin Seîd Geverî got ku serê Serokatî, rêhevalên wî û gelê Kurdi yê welatparêz saxbe. Serdanên sersaxiyê yên ji bo malbatê dewam dikin.

0 Yorumlar