Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya fizîkî di roja 46’an de bi biryardariyek xûrt didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ku ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê hatî destpêkirin di roja 46’an de didome.
Koma nû bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê çalakiya nobetê dewirgirt. Li ser navê koma nû Qedrî Şirîşî axivî û banga lezgîn a hevdîtinê bi Rêber Apo re kir û got: “Em di destpêkê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar dikin. Dijminê me, dijminek bê rûmet û bê exlaqe. Dixwaze me ji dîrokê bide windakirin. Li dijî tecrîdê ev 46 rojin em di çalakiyê de ne û emê tecrîda li ser Rêber Apo birûxînin. Em xwedî dîrok û serokek bi nirxin. Emê bi têkoşîna xwe serbikevin. Em bang dikin, demildest divê bi Rêber Apo re hevdîtin bê çêkirin.”
Piştî axaftinê çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ hate dewirgirtin.

0 Yorumlar