Evdalê
Zeynikê di serê sedsala 19’an de li gundê Cemalwêrdiyê li ser Dutaxa
navçeya Agiriyê hatiye dinyayê. Heta dawiya emrê xwe li gelek cihan geriya
û gund, navçe û bajarên derdor ên cuda cuda jiyana xwe domand. Ji sed salî
zêdetir emir kir û li gorî gotinan salek pêşiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn,
1913’an çû ber dilovaniya Xwedê. Niha gora wî li gundê Qanciya li ser
Qereyaziya Erziromê ye.
Evdal hîn
di biçûkahiya xwe de bû bavê wî miriye. Diya wî, Zeynê, jineke pir jêhatî
bû û Evdal bêminet mezin kiriye. Lewma Evdal bi diya xwe tê naskirin; Evdalê
Zeynê.
Evdal ji
zaroktiya xwe heta piştî zewacê yekî pir belengaz, feqîr û bêdeng bû. Çend
sal piştî zewacê jî bi vî awayî dewam kiriye. Piştre bi nexweşiyeke pir
giran dikeve û şeş mehan ji nav nivînan nikare derbikeve. Rojekî jina wî
dibîne ku dengekî ecêb ji Evdal tê. Mirov dibêje qey di hundirê Evdal de sitilek
av dikele, wisa dengek jê derdikeve. Jina wî gazî gundiyan dike dibêje; ‘werin
Evdal dimire.’ Gundî kom dibin dibînin ku Evdal dike nalenal. Piştre Evdal
radibe ser xwe, rûdine, destê xwe dide ber guhê xwe dest bi kilaman dike.
Dengbêjiya Evdal ji vir dest pê dike. Êdî diçe çolê dibe şevan bi rojan
kilaman dibêje. Her çi dibîne li ser kilamekî derdixe.
Ji aliyê
din ve Evdal bi dengbêjên navdar re dikeve lecê û hemûyan yeko yeko
têk dibe. Li Xamûrê bi Gulêya filê re dikeve lecê. Dengbêjê bi nav û deng
yê Rojhilatê Kurdistanê wê demê Şêx Silê ye. Wisa tê behskirin ku Evdal û
Şêx Silê heft roj û heft şevan didin ber hev, dikevin lecê. Di dawiya dawî
de Şêx Silê têkçûna xwe qebûl dike, pesnê Evdal û dengbêjiya wî dide û
stûyê xwe li ber Evdal ditewîne.
Şêx
Silê vegeriya got:
Evdal mala
te şewîtiyo
Ez rojekî destmêja sibê, derketime Kela Misûlê
Min bala xwe dayê, şalûl digot vê bilbilê
Bila em qasek ji kêfê re rûnin, binê siya dara vê sorgulê
Lê dixwîne miqamê Evdalê Zeynikê
Ez ê ji te re bixwînim, sêsed şêst û şeş awazê Şêx Silê.
Evdal
vegeriya got:
Erê Şêx Silê mala te şewitiyo!
Min ra dibêjin Evdalê Zeynê
Bavê Temo, siyarê Cindî, gula govendê
Şahê dengbêja, şairê rû dinyayê,
Lawo bejna min ne kin e, mêzeke ne dirêj im,
Lê mînanî tak rihana devê geliya, awaz awaz ji êvar da
Îro heftê min temam bû şax davêjim.
Lawo temî wasiyeta min te be, piştê Evdalê Zeynikê
Cimaeta canik û camêra, rûnenê, pesnê xwe nede,
Nebê piştê Evdalê Zeynikê li dinyayê, ez dengbêj im, lê yeman..
Dema
meriv kilamên wî dinhêre hin motîf, sembol û peyvên ku pir tên
dubarekirin hene: Gulê, Şêx Silê, Temo, quling, kalbûn û korbûn… Piraniya
kilamên wî li ser van mijarane.
Evdal nêzî
heştê saliya xwe kordibe. Lê paşê tê zanîn ku ava reş hatiye ser çavên wî.
Di vê demê de bi qulingeke baskşikestî re dema xwe diborîne. Kalbûn û korbûna
xwe gilî dike û ji kurê xwe Temo re dibêje ku bila destê wî bigire û
bigerîne. Pêşiya vê rewşa malkambax ew dengbêjiya Surmelî Mehmed Paşa
dike. Bi mirina zor Surmelî Mehmed Paşa derd û perişanî li ser serê wî kom
dibin. Jixwe korbûn jî di wê demê de rastî wî tê. Di dawiya emrê wî de
çavên wî ji nû ve vedibin. Ji vir şûn de pir najî û jiyana xwe ji dest dide. Li
ber sikratê gazî kur û neviyên xwe dike, kilamên herî jê hez dike dibêje
bi wan dide gotin û bi wan dide jiberkirin. Wesiyet dike ku bi taybetî
kilamên wi yên ”Xweş Dêrsim e” û ”Xozan” bila neyên jibîrkirirn.
Evdalê
Zeynikê di dengbêjiya Kurd de cihekî pir mezin û taybet digire. Wek
Serdarê Dengbêjan tê naskirin.
Bêguman eger
wî jî berhem û kilamên xwe yê bêhejmar binivîsiya, wê wekî Ehmedê Xanî,
Melayê Cizîrî, Fêqiyê Teyran bihata nasîn û di wêjaya Kurdî de cihekî pir
girîng bigirta. Lê mixabin ew di wêjeya devkî de sereke bû. Berhemên wî
nehatin nivîsîn, ji ber ku teyîb tune bû nehatin qeydkirin û em ji dengê
wî bêpar man.
Taybetmendiyeke
wî ya ku wî ji dengbêjên dinê cude dike jî ev e: Wî kilamên xwe hemû ji
ber xwe derdixist, ti carî kilamên kesekî nedigot. Ango aşiqek bû. Îlham dihat
dilê wî, wî jî digot.
Kilamên wî
yên niha di destên me de ji bo dengbêjekî ewqas mezin, gelek kêm in. Ev
kilam jî bi xêra serê dengbêjên piştî wî gihîştine me. Mirov dikare bi hêsanî
bêje ku Evdalê Zeynikê bi dengbêjiya xwe, bi meqam û şêwaza xwe dibistanek
li Serhedê ava kir. Dengbêjên piştî wî giştî di bin bandora wî de man û bi
heman terz û meqamê kilam gotin. Li Serhedê, li Ermenîstanê û derdorên van
herêman gelek dengbêjên navdar ên wekî Şakîro, Reso, Şeroyê Biro,
Evdilkerîm, Karapêtê Xaço rasterast kilamên Evdal gotine. Bandora Evdal
li ser van pir berbiçav e. Ango ev dengbêj, xwendekarên dibistana Evdalên
Zeynikê ne, herçiqas ji vana gelekan Evdal nedîtibe jî. Ez
dixwazim bi kilameke Evdal nivîsê bi dawî bikim:
0 Yorumlar