Ticker

10/recent/ticker-posts

DÎROKA MÊTINGERIYÊ Û CIVAKA ÇÎNDAR - Beşa 2



Di civata komînal a seratayî de di encama tesîra li ser hev a ziman, fikir û kedê de yekeya rêxistinbûnê ya civakî ku destpêkê derdikeve holê klan e. Yekeya klanê, berhema dorhêleke pir sînordar e. Di civatên klanan de hemû endam, bi navgîniya têkîliyên xwînê bi hev ve girêdayîbûn û tenê karbeşiyeke li ser esasê cinsiyetê hebû. Civatên klan ku xwe dispartin zewaca komî, ji hev qut bûn. Ne di nava klanê bi xwe de û ne jî di navbera klanên cuda de derfetên kedxwariyê nebûn. Mirovan, tenê dikarîbûn ku tiştên pê jiyana xwe bidomînin kom bikin. Hê jî asta kedê ya hilberînê negihîştibû asta berhema zêde. Ax, hê nebibû amûreke hilberînê. Li cihekî diyar bicihbûna klanan jî, ne mijara axaftinê bû.

Van taybetmendiyên civaka komînal a seretayî, derfetên li ser hev serdestî çêkirinê yên klanan jî ji holê radikirin. Divê çêkirina serdestiyê, nirxekê bide qezenckirin û feydeyekê bide. Lê belê yekeyan nedikarîn ku berhema zêde kom bikin. Ji bo ku li ser klanan serdestî bihata çêkirin tenê yek rê dima, bêpar hîştina klanan ji amûrên jiyanî. Ji bo vê jî pêwîst bû ku di aliyê fîzîkî de bi temamî ji holê bihata rakirin. Klanan, ji ber vê yekê ne serdestiya biyanî li ser xwe naskirin û ne jî li ser klanên din û endamên wan serweriya xwe çêkirin. Klanek tinekirin pêkaneye, lê ji azadiya wê kirin ti car ne gengaz bû.

Beşeke mezin a civaka komînal a seretayî, bi sîstema hovîtiyê derbazbû. Ev serdema ku bi komkirin û neçîrvaniyê tê karekterîzekirin, dema ku şuna amûrên ji kevirên verotî û keritandî hatiye çêkirin girt, bi dawî bû. Pêşketina di amûran de çêbûye di aliyê pêşketina hilberînê de jî tesîra xwe nîşan da. Bi kedîkirina heywanan û çandina şînatiyan re, berhemdariya keda mirov zêde bû. Ekonomiya şivantî û cotkariyê ya ku ketiye şuna ekonomiya komkirin û nêçîrvaniyê, di dîroka mirovahiyê de tesîreke mezin a şoreşgerî çêkir. Komên mirovan, li pey keriyên hewyanan û li ser axên berhemdar derbasî sîstemeke civakî ya hê pêşketî bûn. Bi hatina gel hev û yekbûna klanan, yekeyên eşîr û qebîleyên ku hem di aliyê çendanî û hem jî di aliyê çawaniyê de hê cuda û pêşketî bûn çêbûn.

Asteke diyar a di pêşketina amûrên hilberînê de bû sedem ku ji bo rêxistinbûna yekeyên qebîle û eşîran, derfet peyda bibin. Ekonomiya şivantî û çandiniyê, li şuna klanan, pêwîstiya bi yekeyên mirovan ên hê berfireh derdixist pêş. Di vê pêvajoya ku jêre sîstema barbartiyê ya civata komînal a seretayî tê gotin re jî derfetên kedxwariyê nebûn. Di navbera eşîrên şivan û bi çandiniyê re mijul dibin de, her çiqas kêm be jî, karbeşiyek derketibû holê. Her çiqas di astek ku bi demên borî ve neyê beranberê hev kirin de zêdebûneke hilberînê jî hebû, şêniya zêde dibû derfet nedida ku berhema zêde çêbibe.

Ji ber ku yekeyên qebîle û eşîran di nava xwe bi xwe û navbera xwe de ji bo kedxwariyê derfet nasnekirine, di vê qonaxê de jî derfet peyda nebûn da ku di navbera komên mirovan de têkîliyên serdestiyê çêbin. Hê ji ber ku berhemeke zêde ya xwe dispêre axê derneketibû holê, ji bo ku qadên civak lê bi cih dibe were dagirkirin zemîn ne amadebû. Komên mirovan ên zêde dibûn, koçî qadên vala dikir û li wan deran dibûn sedem da ku ekonomiya şivantî û çandiniyê hê jî zêde pêş bikeve. Di vê qonaxê de belavbûn û berfirebûneke bi şiklî, axên vala ji bo hilberînê vekirin hebû ku vê zordestî û kedxwarî nedihewand. Di navbera civatên qebîle û eşîran de serxwebûneke temam hebû. Kes, di vê serdemê de bi şiklekî pir şidiyayî bi civatê ve girêdayî bû û koletî çiye nedizanî. Dîsa, di vê serdemê de dibe ku yekeyên qebîle û eşîran bihatana tinekirin lê ti car nedikarîbû ku dîl bihatana girtin.

Heta dawiya civata komînal a seretayî, tesbîtkirina belavbûna komên mirovan, di nav dem û cih de hema bêje ne mumkîn e. Hê zêde, di vê serdemê de belavbûn û dîroka grubên nijadan ên mezin ku di encama faktorên coxrafîk de çêbûne, bi xetên xwe yê stûr diyar e.

Rêber Apo

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar