Her gerîlayekî
ji bo xizmeta gelê Kurd û tevgera azadiyê di her qadê de hewl dan xwe pêş bixin
û bi salan li ser xeta fedayîtî li dijî êrişên dijmin şer kirin û jiyanek tijî
cesaret û qehramanî jiyan kirin. Yek ji van qehramanan jî rêheval Ridwan bû.
Ridwan
Oren bi nasnav Hemze di sala 1977’an de li gundê Bileh Qileban di malbatek
welatparêz de ji dayîk dibe. Ji ber ku malbata wî ji kevneşopiya welatparêziyê
tê, bû sedem ku heval Hemze di temenê xwe yê biçûk de tevgera Azadiyê nas bike.
Li gund dibistanê
5 sal dixwîne û di dersê xwede her tim yekemîntî bidestbixe jî, lê ti car
nakeve bin bandora zimanê biyanî. Her tim ziman û çanda dayîka xwe ji bo xwe
esas digire. Di hêlekê de dixwîne û di hêla din de jî ji bo debara malê şivantiyê
dike. Heval Hemze çevên xwe di nav dayîka xwezayê de vedikir û xwe azad hîs
dikir. Xweza ji bo xwe wek sitargeyekî didît. Lê ev stargeh bi yek kirina
çiyayên azad ve wê ji bo wî hê bi watedartir bibûya. Ji ber wê jî hewl dida
şopên heqîqetê bi ziravtiya wî nas bike û naskirina xwe jî jiyanî bike. Belê rê
heval Hemze li ser naskirina doz û azadiya gelê xwe di jiyana xwe de dil nimiz,
fedekar û bi cesaret tev digerya. Karek ku bida ber xwe bi mîsoger ser dixist
ev jî îdaya wî ya jiyanê derdixist holê. Di wî dilê biçûk de îdayek bê hempa dihewand.
Wê bi vê îdaya xwe di çiyayên azad de bi paradîkmaya Rêber Apo re xurtir
bikiribûya. Li ser vî esasî dem hatibû divê berê hespê xwe bizviranda çiya û di
her lutkeyên çiya de şiyara azadî û wekheviyê bavêta. Di sala 1993’an de berê
xwe da çiyayên azad û bû şervanek ser rêya heqîqetê. Rê heval Hemze her tim
dixwaze bibe hêviya siberoja gelê Kurd, ji bo hînbûn û têgihiştina paradîkmaya Rêber
Apo re giridayî ye. Rê heval Hemze ji bo xizmeta gelê Kurd û Tevgera Azadiyê
bike di her qadê de hewl dide xwe pêş bixe. Di kesayeta xwe de guhartinên girîng
diafrîne li ser bingeha beşdarbûna di xeta fedakariyê de ye. Gerîla Hemze dizane
ger di Tevgera Azadiyê de hîsa rêhevaltiyê nebe, ewê rojekê jî nikaribe bijî,
li ser vî bingehî girêdana wî bi rêhevalên wî re bê hempaye. Di her çalekiyê de
erka xwe ya pêşengtî bi cih tîne û di her çalekiyê de li pêş cih digre û bi
cesaretek mezin diçe ser dijmin. Di jiyana xwe de her tim van hevokan bi lêv
dike. ‘ divê her ferdek ji bo doza xwe beştarî vê têkoşîna birubet bibe.’
Belê di
çiyayên azad de şer girane. Dijminê xwînxwar bi navê cuda cuda operasyona lidardixe
û bi hemû hovîtiya xwe ve diçe ser gerîlayên azad. Li beranberî vê êrişê gerîla
bi hemû fedekarî û cesareta xwe ve ji bo parastina welatê xwe çalakiyan liderdixe.
Gerîlayên Azadiyê di her lutkeyên çiyan de destanan neqiş kirin û bûn hêviya
gelê xwe. Rê heval Hemze jî di van çalakiyan de di pêş de cih digre û di sala
1995’an de di çelîk operasyonê de li Heftanînê dema êrişî dijmin dikin, digihije
karwanên nemiran. Destan û çîroka rê heval Hemze bi dawî nabe, nevê wî li
tepeyê ku lê şehîd ketiye dikin û bi sedan zarokên Kurd navê Hemze lê tê kirin.
Belê her tepeyek yê Kurdîstanê bi nevê şehîdekê tê bi navkirin û dibe soza
tolhildanekê ji bo her gerîlayekê.
0 Yorumlar