Ticker

10/recent/ticker-posts

Roza: Erkên dîrokî li ser milê me hene

Rêvebera Komeleya ‘Destê xwe bide destê min’ Roza Dersim qala xebatên xwe yên ji bo xurtkirina têkiliya çand û hunera dewletên rojava û gelê Kurd kir û wiha got: “Em dixwazin bi gelên herêmê re xebatên hevbeş yên hunerî pêşbixin û hîn zêdetir bi hevre bibin alîkar. Her wiha em di aliyê stiran, sînema, kongire, konferans û festîvala pêjgeha cîhanê de jî kar dikin.”

Jiyan Pîran

Jina bi navê Roza Dersim a 40 salî, beriya 21 salan ji ber zext û zoriya dewleta Tirk penaberî Fransa yê dibe û li wir jiyan dike. Jina Kurd ya ku bi rastiya dijmin re mezin dibe, li Fransayê dixwaze çand û Hunera Kurd bi gelên biyanî bide naskirin û ji bo wê xebat dike.

Roza Derism piştî têkoşîna jinan ya Rojavayê Kurdistanê biryar dide ku dest bi xebatekî bike û digihe wê qenetê ku bikaribe xebatên nasandina çand û hunera Kurd bi vekirina komleyekî zûtir bigihîne navnetewî. Li gel 6 kesên ku her yek ji dewlet û netewêyekî ye Komeleya ‘Destê xwe bide destê min’ di sala 2019’an de ava dikin.

‘Ger mirov bixwaze dikare gelek tiştan bike’

Roza Dersim di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser armanca avakirina Komeleya bi navê ‘Destê xwe bide destê min’ û wiha got: “Ez fikirîm ku ger komaleyek avabikim ezê baştir bikaribim xebata xwe bidim nasandin. Komeleya me komleyeke xwesere, armanca min ya herî mezin ji bo vekirina vê komeleyê kêm jî be, wek kes bikaribim ji bo têkoşîna ku niha li Kurdistanê tê meşandin bibim alîkar. Ji ber ku şoreşa Rojava û rastiya şerê li Kurdistanê tê meşandin li berçave. Erk û berpirsyartiyek mezin dike ser milê me. Ti taybetmendiyek yê me ku em di mala xwe de rûnin tine ye. Her kes di qada xwe de divê erkê dîrokî yê dikeve ser milê xwe pêkbînin û berpirsyartiyê bigre ser milê xwe. Ez dayîka sê zarokanim berpirsyartiya min ya li hemberî zarokên min ewe ku ez bi wan bidim fêhm kirin ku çima li van deran jiyan dikin, evqas sal bê welat û bê nasname mane? Armanca din ya min ewe ku ez bikaribim baştir çanda gelê Kurd bi gel û netewên vêderê bidim nasandin. Ger li vir tu xwediyê komeleyekê bî, tûyê hîn hêsantir bikaribî kar bikî. Ger mirov bixwaze, dikare gelek tiştan bike.”

‘Derbarê zarokan de xebatên me yên berfireh hene’

Dêrsim di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di komeleyê de gelek xebatên hevbeş yên bi gel û netewên cûdare tê meşandin û wiha pêde çû: “Hevalên me yên ji Egvatorê hene zimanê wan yê resen jî ber bi tine bûnê ve diçe. Çawan niha zaravaya Dimilkî ji aliyê dewletên dagirker ve tê helandin, zimanê gelê Egvatorê jî ber bi tinebûnê ve diçe. Ji ber komkujiya ku li ser dapîr û bapîrên me, malbatên me ne dikarî bi me re Dimilkî baxivin ji bo wê her ku diçe ev zaravayê me lewaz dibe. Ev ji rastiyek ya qirkirina Kurdan e. Hevalek me yê ku ji Egvatorê ye li ser zimanê herêma xwe yê berbi tinebûnê ve diçe xebat dide meşandin. Her wiha hevalek me ya hunermend Paskal heye ku peykertiraşe bi hesin çêdike. Projeyek wê ya li ser Efrîqa û Rojavayê Kurdistanê gelek bi wate heye. Dixwaze bi berhemên şer yên Rojava û Suryê ‘Dara jiyanê’ çêbike. Her wiha têkildarî zarokan xebatên me yên berfireh hene. Ger em bikaribin zarok û jinan rêxistin bikin, emê zûtir bikaribin civakê bidin guhertin. Em dixwazin bi gelên herêmê re xebatên hevbeş yên hunerî pêşbixin û hîn zêdetir bi hevre bibin alîkar.  Her wiha em di aliyê stiran, sînema, kongire, konferans, festîfala pêjgeha cîhanê de jî kar dikin. Em ne komalayek ewqas mezinin lê di herêma xwe de tê heskirin.”

Roza Dêrsim di dawiya gotinên xwe de komkujiya herî dawî ya ku li Fransa pêkhatî bi bîrxist û bang li gel kir ku li hemberî êrişên wiha bibin yek û got: “Gelê Fransayê li hember komkujiya hatî pêkanîn xwedî helwestek tûnde. Ti kes bawer neke ku ev komkujî ji aliyê yek faşîstî ve hatiye pêkanîn û dibêjin divê hesabê wê were dayîn. Em dizanin wê ti dewlet ti dewletek din dadgeh neke. Ji ber wê ez bang li gelên azadîxwaz dikim ku li hember gefên Rojavayê Kurdistanê, darvekirina ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û komkujiyan bibin xwedî helwest. Pêwîste em gelên derdor birêxistin bikin û li hember van êrişan bibin yek. Wek Rêbertî jî dibêje ‘Ji dewletan bawer nekin, gel bidin gel xwe’ Divê em vê bingeh bigrin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar