Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo fîzîkî azadkirina Rêber Apo ku hatbû destpêkirin bi koma nû hat dewirgirtin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo fîzîkî azadkirina Rêber Apo ku hatbû destpêkirin bi koma nû hat dewirgirtin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser armanca çalakiya nobetê Hevşaredara Wargehê Fatma Bîlen axivî.
Fatma Bîlen di axaftina xwe de da diyarkirin ku Rêberê gelê Kurd di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin û wiha got: “Tecrîda ku îro li ser Rêbertî tê meşandin, li ser tevahî gelê Kurd yê li her çar aliyê Kurdistanê û derveyî welat tê meşandin e. Ji bo ev tecrîda li ser Rêbertiya me bê dawîkirin, bi mehane me çalakî dane destpêkirin. Wek Wargeha Mexmûr jî çalakiya ku em niha didomînin, heta ku em agahiyekê ji Rêbertiya xwe negirin em dest ji vê çalakiya xwe bernadin. Em vê tecrîda ku li ser Rêbetî tê meşandin şermezar dikin û em bang li CPT dikin ku li erk û berpirsyartiyên xwe derbikeve.”
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.
0 Yorumlar