Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi civînekê kar û xebatên xwe yê salekê ji bo gel ragihand.
Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi civînekê kar û xebatên xwe yên sala 2022’yan bi gel re parve kir. Beriya ku dest bi civînê were kirin, ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê civîn bi axaftina vekirinê ya ji aliyê Hevşaredarê wargehê Bedran Pîran ve hat kirin.
Di rapora kar û xebatan ya Şaredariya Wargeha Mexmûrê ya sala derbazbûyî de hat diyarkirin ku li rûxmê hemû bêderfetî, dorpêç û rêgiriya heyî wan hewilda bi derfetên heyî tevî hemû mesrefên ku bi makineyên kar hatî kirin, her wiha kar û xebatên ku di wargehê de pêwîst weke çêkirina rê, cade, nûkirina cihên xirabûyî û hwd bi awayekî serkefetî pêkbînin.
Bedran Pîran di axaftina xwede balkişand li ser êrişên ku niha li Herêmên Parastina Medya û tevahî Kurdistanê û got: “Êrişên ku îro bi awayek fîzîkî li ser Rêbertiya me pêktên wek êşkence, tecrîd, dayîna disiplînê û hwd her kes vêya dizane. Çalakiyên ku niha li seranserî Kurdistan û cîhanê jî tên kirin hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbetiye. Her wiha şerê ku îro li Kurdistanê jî tê meşandin, ti mînakên vî şerî di dîrokan de nîne. Ev vîna ku niha li çiyayên azad a li hemberî hemû teknîka heyî û çekên kîmyawî li ber xwe dide di ti deman de ne hatiye dîtin. Êrişekî toyekûn li ser gelê Kurd û Kurdistanê heye dixwazin vê sedsalê li Kurdan reşbikin, parçe bikin û lê bidin windakirin. Ji ber wê jî yê ku îro dewaya mafê Kurdan dike, yê ku îro bûyî felsefeyek û îdeolojiyekî li seranserî cîhanê alternatîfek ya li hemberî sîstema desthilatdar ya kapîtalîst Rêber Apo ye. Dewletên desthilatdar dixwazin vêya di kesayeta Rêbertî de bide windakirin.”
Piştî axaftina Bedran Pîran, civînê bi xwendina raporên kar û xebatên salekê yên şaredariyê û nirxandina kar û xebatan ya bi gel re hat domandin.
0 Yorumlar