Jinên Wargeha Mexmûr girêdayî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan axivîn û gotin: “Dixwazin gelê Kurd fêrî bê Rêbertî bikin, lê bila bizanibin ku gelê Kurd û Tevgera Azadî xwe bi fikir û ramanên Rêbert Apo bi rêxistin kiriye û xwe dispêre hêza gel, ji bo wê ne gengaze ku tine bibe.”
Xurbet Tallî
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî
tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan ji rojnama me re axivî
û got ku ev nêzî du salane bi ti awayî agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Wek
gelê Kurd ji bo şikandina vê tecrîdê divê berxwedanî û têkoşînek hîn xwirtir
were meşandin.
‘Gelê Kurd û Tevgera Azadî xwe dispêre fikir û ramanên
Rêbertî’
Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar Cîhan Mijînî di axaftina
xwe de balkişand li ser bûyer, têkoşîn û destkeftiyên ku di sala derbazbûyî de
û bi wê ve girêdayî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan
û wiha peyîvî: “Me sala 2022’an tejî êriş, komkujî, berxwedan, têkoşîn û
destkeftî derbaz kir û li kêleka vê jî me gelek bedelên giranbiha dan. Dewletên
dagirker ji xwe re sala 2022’an kiribû sala tinekirina gelê Kurd, Tevgera Kurd
û ji holê rakirina Rêber Apo. Ji ber ku hebûna gelê Kurd û Rêbertî ji bo
dewletên wek Tirkeye û tevahî dewletên NATO’yê metirsiyeke, ji bo wê dixwest
vêya pêkbîne. Bi saya berxwedaniya gerîlayan ev daxwaza wan bi cih nehat. Ev êrişên
dewleta Tirk yên ku niha bi awayek topyekûn dayî destpêkirin ne ji hêzbûna wî
tê, ji têkçûna wî tê. Ji bo vê têkçûna xwe binixûmîne bi kîmyabaran û suîkastan
êrişî gelê Kurd dike. Her wiha mirov nikare vê tecrîda girankirî ya li ser
Rêbertî jî ji van êrişan qut bigre dest. Dixwazin gelê Kurd fêrî bê Rêbertî
bikin, lê bila bizanibin ku gelê Kurd û Tevgera Azadî xwe bi fikir û ramanên
Rêber Apo bi rêxistin kiriye û xwe dispêre hêza gel, ji bo wê ne gengaze ku
tine bibe.”
‘Dewleta Tirk çekên qedexekirî ji NATO diger’
Cihan Mijînî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku
dewleta Tirk çekên qedexekirî ji NATO digre li hemberî gerîlayên azadiyê
bikartîne û got: “Armanca dewleta Tirk û dewletên cîran hemû li ser tinekirina
gelê Kurd û destkeftiyên wê ne. Ji ber wê li her derê li hemberî gelê Kurd,
Rêbertî û Tevgera azadî êriş daye destpêkirin. Wek gelê Kurd ji bo em bikaribin
demildest vê tecrîdê bişkênin û van êrişan bidin rawestandin, divê em yekîtiya
xwe hîn xurtir bikin. Saziyên mafê mirovan û CPT jî qaşo li hemberî êriş û
tecrîdê xwedî berpirsyartîne, lê mixabin dema mijar dibe Rêbertî û gelê Kurd
hemû ker û korin.”
‘Serokatiya me ne keseke, fikrê bi milyonan e’
Her wiha Endama Şaredariya Wargeha Mexmûrê, Cemîle Repinî
jî di derbarê tecrîdê de axivî û da zanîn ku ev êriş û komkujiyên niha li
hemberî gelê Kure û Rêber Ocalan tên pêkanîn ji hev ne dûrin û wiha dirêjî da
axaftina xwe: “Ev tecrîda ku niha li ser Rêbertiya me tê pêkanîn mirov nikare
bêje ne li ser Rêbertî tenê ye, li ser tevahî gelê Kurd yê welatparêz e. Ji ber
ku Serokatiya me ne keseke, fikrê bi milyanan e. Her çiqas bi fîzîkî di
girtîgehê de ye, lê fikir û felsefeya wî li tevahî cîhanê belavbûye. Çawa ku
Rêbertiya me bi ciwantî heta vî temenê xwe hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelê
Kurd û tevahî gelê bindest bexşand, divê em jî wek gelê Kurd ji bo ev tecrîda
li ser Rêbertî bidî şikandin erka ku dikeve li ser milê me pêkbîne. Di vê
pêvajoyê de pêwîste kesek hêcetên ku ez nikarim tiştekê bikim nekin, ji ber ku
ev ne dema bêdengiyê ye berovajî dema xwedîderketina li Rêbertî, nirxên xwe û
şehîdên xwe ne.”
‘pêvajoya ku em niha têdene, pêvajoya şerê gelê
şoreşgeriye’
Cemîle Repinî herî dawî ev bang kir: “Banga min ji bo
tevahî gelê Kurd yê dibêje dilê me ji bo azadiyê lêdide ewe, heta ku Rêbertiya
me dibin tecrîdê de be divê ti kes jiyanê ji xwere rihet nebîne. Em dibînin
gerîlayên me dibin şert û mercên herî zehmet de û dibin kîmyabaranan de
berxwedaniyek bê hempa dide meşandin. Çawa ku em bi vê berxwedana wan kêfxweş
dibin, divê em jî ji bo gerîlayên xwe di her alî de bibin bersiva pêwîst û cihê
moralê. Ji ber ku ev pêvajoya ku em niha têdene, pêvajoya şerê gelê şoreşgeriyeye
divê em wek gel û gerîla bibin yek.”
0 Yorumlar