Bersivên Gel:
- Diyarbûna
ruh ya ji derve ye.
- Xweşikbûna
hişmediya mirov e.
- Xweşikbûna
jiyanê ye.
- Ciwanbûn
e.
- Xweşikbûna
hindirîn e.
-Xweşikbûna
fîzîkî ye.
- Li hevanîn
e.
-Hevsengiya
jiyanê ye.
-Xwezayîbûn
e.
-Dîmenekî
fîzîkî ye.
-Xweşikbûna
exlaq e.
-Xweşik
mêzekirin e.
-Xweşbûna
dil e.
-Yek ji
rêbazên kapîtalîzmê ya komkirina pereyê gel e.
-Rêk û pêkî
ye.
-Ji xwe
heskirin e.
Li hevhatina pêkhateya
ne. Peyva ‘Estetîkê’ mijarek girîng ya qada felsefê ye. Di zimanê Yewnanî de
peyva ‘aisthanomai’ ji bo wateya peyva ‘Estetîkê’ hatiye bi karanîn yanî ‘Bi
rêya hestan têgihîştin’ bi gotinek din xweşikî armanca têgiha estetîkê ye.
‘Estetîk’ xweşikbûna xweza, gerdûn û jinê derxistina holê ye. Li hember
nexweşikbûna ku pergalên desthilatdar li ser kesayeta Kurd di asta neteweyî,
çînî û zayendî de daye avakirin, amûra xweşikbûnê ye. Dibe amûra li hemberî wan
şikandinên yekemîn û duyemîn yên li dijî jinê ji holê rakin û xweşikiyên jiyana
pîroz ya civaka xwezayî carek din derxistina rûyê rojê ye. Amûra redkirina
nexweşikiya pergala desthilatdariya zilam ku daye avakirin di xwe de dîtin û ew
derbaskirin. Ji bo em bikaribin xweşikbûna mejî û hizir bi xweşikbûna beden û jiyanê
re bikin yek, pêwîste em aqilê civakî yê hevpar bi ahenga xweşikbûnê bigrin
dest. Hevpariya jiyanê an jî kolektîfbûyîna jiyanê bi vî aqilî pêşdikeve,
dewlemend dibe û xwe dide der. Ev aheng
di kesayet de nûneriya xwe baştir dibîne. Ji dema avabûna civakê û heta niha ev
aheng heye. Hemû zanistên ku bi heqîqeta civakê re girêdayî tevgeriyan bi vê mijarê re eleqedere. Zanistên weke civaknasî, psîkolojî, antropolojî
(mirovnasî), felsefe, çand û exlaqê civakî bi vê mijarê re bi zêdetirîn
eleqeder bûye. Di sala 1960’an de psîkologê bi navê Danîel Berlyne ji bo
pirsgirêkên estetîk bide naskirin û nêzîkatiyeke çareseriyê pêşbixe, bi navê
ceribandina estetîkê tez û têgiheke avêt holê. Zanista xwe ya teorîk li ser
bingeha biyolojiyê da rûnişkadin. Ji bo cûrekirin û komkirina amûrên ku kes jê
hes dike û pêre eleqedar dibe ev lêkolîn û ceribandin hat pêşxistin.
Psîkologekî Elman Gusîav Thcodor Fechner di sala 1876’an de xwestiye
pirsgirêkên estetîkê re eleqeder bibe. Ji bo vê pirtûkeke bi navê derbasbûyîna
estetîkê weşandiye. Bi ceribandinan xwestiye ku eleqederiya mirovan çiqas bi
hevdûre heye û hevdû çiqas bandor dikin fêhm bike. Mînak kes ji çi hez dike, ji
kîjan heyînan re eleqederî nîşan dide ceribandiye. Bi vê hewildanê hêvî dikir
ku pirsgirêkên kesayet û civakê yên xwe nenaskirinê derbas bike. Lê belê ev
hewildan hemû li ser bingehê pêşxistina zanîna ezeziye. Kesê ku ji sîstemê bi
tevahî xwe qutnekiribe nikare di nava lêhûrbûyîneke wiha re derbas bibe. Di
lêkolînên derve de wiha hatiye pênasekirin. “Beşa felsefeya hunera xweşik û
xwezaya xweşikbûnê lêkolîn dike re estetîk tê gotin. Bi raberkirina helwestên
xweşik- nexweşik, baş-nebaş ve girêdayî derdikeve holê” Di van lêkolînan de jî
weke tê dîtin pîvaneke xweşikbûnê ya sîsteman di şêwaz de ye. Pîvanên vê
xweşikbûnê ne diyare, dîmenên ji derve tên dîtin dibin pîvanên xweşikbûnê.
Pêşxistina cewherê mirovan, nêrîna azad yê mirovan, tercîha erêkirin û
redkirinan ya mirovan bingeh nayê girtin. Bi makyaj, oje, cil-berg û hemû
şêweyên ku dîtina çavan têr dikin dibin amûrê xweşikbûnê. Em vana hemûyan red
dikin. Mirov destpêkê bi hebûna xwe xweşikbûna xwe diyar dike. Hebûna kes, xweş
axaftin, nêrîn dayîn, nîqaş kirin, têgihiştina zanîna kûr, naskirina civak,
dîrok, nijad û zimanê xwe ye. Pîvanên sîstemê ji bo estetîkê aliyê wê yê ku
were pejirandin û nepejirandin ne diyare. Erêkirineke bêdawî bi xwe re tîne. Li
gor kesayeta sîstema kapîtalîst e. Sînorê ezezîbûnê bêdawî vedike. Kes ji
rastiya xwe, xwezaya xwe û xweşikbûna xwe ya hizir dûr dikeve. Tenê xweşikbûna
ku tê dîtin re eleqeder dibe. Ev ji encax bi dev, lêv, birû, poz û neynûk pêkan
dibe. Wate û ahenga di navbera hizirandina kes û xweşikbûna beden de namîne.
Dibistan cihê xweşik kirina aqile. Bi aqilbûn ne xweşik kirina beden, rû, por,
çavên xwe ye.
0 Yorumlar